• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.305
  • ...
 "Di 3 êrîşan de wek sax xelas bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ayhan Acetê ku ji êrîşa DAÎŞê ya li Balafirgeha Ataturk, teşebusa derbeya FETO û êrîşa li Diyarbekirê ya ku ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin wek sax xelas bû ji ÎLKHAyê re axivî. Acet wiha diyar kir: “Dema ku Xweda nekuje nakuje.”

Ayhan Acetê ku ji êrîşa DAÎŞê ya li Balafirgeha Ataturk pêk hat û di encamê de 45 kes jiyana xwe ji dest dan û teşebusa derbeya FETO û êrîşa li Diyarbekirê ya ku ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin wek sax xelas bû ji ÎLKHAyê re axivî.

Acetê ku di Balafirgah Ataturk de ajovanî dike ji ÎLKHAyê re daxuyanî da. Acet diyar kir ku ew bi wesayîta ku xizm, zarok û jina wî tê de bûn dema ku diçû Balafirgeha Ataturk PKK êrîş istasyona trafîkê kiriye û di encama êrîşê de ew birîndar bûye.

Acet diyar kir ku beriya êrîşê dengê çekan hatiye dûvre bi teqîna wesayîta bombeyî ew bi xwe wek birîndar xilas bûye. Her wiha Acet diyar kir ku ew ji êrîşa DAÎŞ, FETO û PKK wek birîndar xelas bûye. Dûvre Acet wiha diyar kir: “Dema ku Xweda nekuje nakuje. Xweda belayê kesên ku vî yekê kirine bide. Ez 10 deqe ewil beriya êrîşa DAÎŞê li wir bûm. Di teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de li Yenîbosnayê beriya me birîn. Dema ku ez ji Stenbol dihatim me dengê çekan bihîst. Dûvre bombe teqiya.”

“Ev parastinekî mafên Kurdan a çawa ye? Bawerkirina li vî çîrokê ehmeqî ye”

Acet diyar kir dema ku êrîş li wan hatiye kirin wî xwe avêtiye li ser zarokên xwe. dûvre Acet wiha destnîşan kir: “Perçeyên caman li serê min ketin. Ez ji milê xwe birîndar bûm. Zaroka min birîndar bû. Dema ku Xweda nekuje mirov namire. Gelek kes li dijî van êrîşan xwe kerr dikin. Ba dilê xw emafên Kurdan diparêzin. Ev parastinekî mafên Kurdan a çawa ye? Bawerkirina li vî çîrokê ehmeqî ye.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir