• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
Yapicioglu malbatên şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku malbatên kesên ku ji teref cuntakeran ve hatibûn qetilkirin ziyaret kir ji serxweşî li malbatan da û temeniya sebrê kir.

Ji xeynî Zekeriya Yapicioglu Alîkarê Serokê Giştî yê ku berpirsyarê Nasandina Medyayê ye Erdal Elîbuyuk jî malbatan ziyaret kir.

Yapicioglu û lijneya pê re malbatên  Ahmet Kocabay, Emrah Sagizin û Turkan Teke yên ku di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de hatibûn qetilkirin ziyaret kir. Yapicioglu di ziyaretê de wiha diyar kir: “Rast e hinek kesên ji me di teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de can dan. Kovandariyekî pirr xedar bû. Lê em bawer dikin ku wan felaketekî pir mezin dan sekinandin. Bi 249 însanên me re teşebusa derbeyê hat astengkirin. Xweda biparêze heke ev yek pêk bihatiba dê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidaba. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir