Qatilê Salih Kaya hat girtin
Hat ragihandin kesê PKKyî yê ku li bajêra Charleroiya Belçîkayê Salîh Kaya qetil kiribû, li sînora Sirbîstanê hat qefaltin û hat tewqîfkirin.
Abdulhakîm Kayayê PKKyî û endamê Navenda Civata Kurdan yê ku li bajêra Charleroiya Belçîkayê Salîh Kayayê ku bi nasnameya xwe ya Îslamî dihat naskirin bi kêran qetilkiribû.Abdulhakîm Kaya piştî cinayetê ji holê winda bûbû.
Piştî ku ji ser bûyerê 3 meh derbas bûbûn re derketibû holê ku Abdulhakîm Kaya raviyaye Sirbîstanê û hewil dide li Qendîlê beşdarî sefên PKKê bibe.
Hat hînbûn digel operasyona ku hat kirin Abdulhakîm Kaya heftiya borî hatiye qefaltin û wî îadeyî Belçîkayê kirine.(ÎLKHA)