• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Bavo, ez ê biçim cem Hz. Muhammed"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Ozerê ku di êrîşa bombeyî ya li Entabê de qîza xwe ya 5 salî ya bi navê Semanûr û birayê xwe yê 12 salî yê bi navê Kerem ji dest dabû , êrîşa menfûr telîn kir û demên dawî yên bi qîza xwe re ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Ozer di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew nimêj dikir qîza wî hatiye balê û jê re gotiye bavo ez ê jî nimêj bikim, piştî ku min nimêj kir re ez ê biçim ba Hz. Muhammed.

Ozer di derbarê şeva êrîşê de wiha axivî: “Bûyer di derdora seat 22.32an de pêk hat.Wê seatê karê min û hevalekî min hebû.Dû re ez hatim malê.Ez hatim kolana ku dawet lê hebû.Derengiyê şevê bû.Min xwest ku ez rajim zarokên xwe û biçim malê.Hêj ez ji wesayîtê peya nebûbûm ku dengê teqînê hat. Ketê dilê min ku ew teqîn li cihê dawetê bûye, lê min ji bona ku ne li cihê dawetê be, min dia kir.Nayê bîra min, ez çawa gihaştim wê derê.Min wê kêliyê bawer nekir, mirov nikare bîne ziman.Xweda neyênê serê tu kesî.Rewşeke dijwar e.Însan perçe perçe bûbûn.Wê demê ez du dilî mabûm, nizanibûm ez li qîza xwe bigerim an jî biçim nexweşxanê”.

 “Li cihê dawetê hemû kes ketibûn derdê canê xwe”

Ozer di berdewama axavtina xwe de destnîşankir ji ber teqînê hemî kes ketibû derdê canê xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wê kêliyê hema kî birîndarekî/ê li erdê didît, bi wesayîta xwe dibire nexweşxanê.Di warê alîkariyê de hemî kes alîkariya hev dikir.Ev yek li min jî tesîr kir.Min jî alîkariya wan kir.Nayê bîra min, min kî bire nexweşxanê. Dû re ez çûm nexweşxanê û heta şeveqê ez li wê derê mam.Kesên ku di zewicîn jixe naskirî bûn.Min di teqînê de qîza xwe ya 5 salî û birayê xwe yê 11 salî ji dest da.Ez li ber hemû kesî dikevim.”

“Heta şeveqê min li nexweşxaneyan digeriya”

Ozer di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew heta şeveqê nexweşxane bi nexweşxane li qîza xwe geriyaye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez xebera mirina qîza xwe li Tipa Edlî hîn bûm.Dema ku min xebera mirina wê bihîst gelek xemgîn bûm.Lê belê min xwe teskîn kir , lewra me îman Ji Xwedê re aniye ,em ji Xweda hatine û veger jê re ye.”

 “Ez ê biçim cem Hz. Muhammed”

Bav Ozer di berdewama axavtina xwe de qala tiştên dawî yên ku di navbera wî û qîza wî de derbas bûne kir û wiha axivî: “Qîza min Semanûr 5 salî bû.Di êvara teqînê de tiştekî ku dilê min rihet dike qewimî.Qîz û birayê min ji xwe bêguneh bûn.Dema ku min wê êvarê nimêj dikir qîza min hate ba min û ji min re got ku ‘Ez ê nimêj bikim û dû re biçim cem Hz. Muhammed.’Me bi hev re nimêj kir û dû re dia kir.Min wê maç kir û heta devê derî bi min re hat.Pora xwe hê nû şikinandibû.Ji min re got ku ‘ Bavo! Ma ez ne delal im?’ Dû re çû, min wê nema dît.Min ji temamê zarokên xwe hez dikir.Lê qîza min li ber dilê min şêrîntir bû.”

 “Ev êrîş li 79 milyon kesî hat kirin”

Ozer di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev êrîş li 79 milyon kesî hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em Sêrtî ne û Kurd in û endamê eşîrekê ne.Di nava van kesên ku jiyana xwe ji dest dan de Sêrtî, Entabî, Pirsûsî û ereb û Sûriyeyî jî hebûn.Heke ev êrîş li kesekî tenê hatibana kirin cihê dawetê nedibû hedefa êrîşê, ew ê êrîş tenê li cihê ku lê Sêrtî hebûn hatibana kirin.Ziman, dîn û zimanê terorê nîne.Ji kî tê bila be ferq nake, pêwîst e em digel hev lenetê ji vê êrîşê re bînin.”(ÎLKHA)





































































Bu haberler de ilginizi çekebilir