• DOLAR 32.559
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2435.049
  • ...
Barzanî: Li heremê wê guhertinên mezin pêk bên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî di civîna çapemeniyê ya ku li Enqerê da de destnîşan kir ew bi daweta Serokomar Recep Tayîp Erdogan hatiye Enqerê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew hevdîtina ku me doh kir pir girîng bû.Me di derbarê mijarên îqtîsadî, siyasî û ewlehiyê de hevdîtin kir.Her wiha me qala têkilîyên Hewlêr û Baxdayê jî kir.Em di warên guftegu, îstîşare û mijarên din de mutabiq man.”

 “Bêşik mijara herî girîng a hevdîtinê DAIŞ bû”

Barzanî di berdewama axantina xwe de destnîşan kir heyameke ku ji bo hemû kesî hesas e tê jiyan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê hevdîtinê qala gelek mijaran hat kirin.Her wiha me di hevdîtina xwe de ji ber têkçûna teşebûsa darbê tebrîkên xwe anî ziman û me ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane  jî sersaxiyên xwe anî ziman. Bêşik mijara herî girîng a hevdîtinê DAIŞ bû.Di warê li dijî DAIŞê mucadelê de jî me li hev kir.Lewra wiha xuya dike ku ji bo heremê gelek guhertinên mezin di rê de ne.Ji ber vê yekê pêwîstî ji hevkarî û nêzîkbûnê re heye.”

Barzanî her wiha di derbarê pirsgirêkên mektebên Gulenî de jî destnîşan kir di hevdîtinê de di warê van mekteban de jî ew li hev kirine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir