• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
Li Şernexê 2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Andiçê ya girêdayê navçeya Qilabana Şernexê di encama êrîşên ku hatin lidarxistin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li Gundê Andiçê ya girêdayê navçeya Qilabana Şernexê di çolwarê de lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de teqemeniya ku ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin hat tespîtkirin. Di dema tespîtkirina teqemeniyê de PKKyiyan bi çekan êrîşê tîmê kirin. Dûvre şer derket.  

Di encama şerê de serpelek û leşkerek bi şiklekî giran birîndarbûn. Dûvre birîndaran rakirin Nexweşxaneya Qilabanê ya Dewletê. Lê digel hemî midaxaleyan serpel û leşker jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê operasyon didomin. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir