• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
"Me di roja xwe ya herî şad de malbata xwe ji dest da"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Entabê Alî Yerlîkaya û Serokê Şaredariya Mezin Fatma Şahîn bûk Besna û zava Nurettîn Akdoganên ku di êrîşê de wek birîndar xelas bûbûn ziyaret kirin. Bûk û zava destnîşan kirin ku wan di roja wan a herî şad û bextewar de malbata xwe ji dest dane.

Waliyê Entabê Alî Yerlîkaya û Serokê Şaredariya Mezin Fatma Şahîn bûk û zavayê ku di êrîşê de wek birîndar xelas bûbûn ziyaret kirin. Wan serxweşî li bûk Besna û zava Nurettîn Akdoganên ku di teqînê de wek birîndar xelas bûbûn dan.

Bûk Besna û zava Nurettîn Akdoganên ku di teqînê de wek birîndar xelas bûbûn di nav şîn û girînê de diyar kirin ku wan di roja xwe ya herî şad û bextewar de malbata xwe ji dest dane. Ji ber vî yekê wan xwestin ku êrîşkerê vî êrîşê demildest werin girtin.

Bûk Besna Akdogana ku di êrîşa bû sedema mirina 54 kesan de wek birîndar xelas bûye di derheqê provoqasyona ku di dema defnê de pêk hatibû de wiha axivî: “Ev tişt ji bo ku miletan tevlêhev bikin hatine kirin. Têkiliya wan bi me re tune. Ji xwe şewata me besê me ye. Ez kesên ku vî yekê kirine şermezar û tel’în dikim.”

Zava Nurettî Akdogan jî wek kelegirî wiha axivî: “Ez kesên ku vî yekê anîne serê me hewalê Xweda dikim. Neqenciya me ji tu kesê re tunebû. Ez nizanim ku kî vê yekê kiriye. Çi ji me xwestin? Çima ev bûyer nayên rawestandin? Min malbata xwe ji dest da. Êdî çareseriyekî ji vî yekê re bibînin. Çima hêj jî midaxala vî yekê nayê kirin? Roja me ya herî şad kirin cehennem. Xizim neman. Gelek kizmên min mirin. Tu kesî ji me nehêştin. Hemî xizmên me kuştin. Ez nizaniêm ku çi ji me dixwazin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir