• DOLAR 32.376
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2325.65
  • ...
 "Ew provokatorên li cenazê ji derveyê bajêr hatin anîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Entabê Elî Yerlîkaya û Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn li kolana ku lê teqîn pêk hat vekolînan kirin û bi nîştecihên taxê xwe axivîn.Piştî ziyaretan Waliyê Entabê Elî Yerlîkaya û Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn ji rojnamegeran re daxuyanî dan.

Ew provokatorên li cenazê ji derveyê bajêr hatin anîn

Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn  di derbarê helwesta HDPê ya di roja definkirina cenazeyan de wiha axivî: “Ew kesên ku dema cenaze bi tekbîr û selewatan dihatin definkirin, hewil didan malbatan bi siloganan provoke bikin ne zarokên vî bajêrî bûn, ew kesên provokator ji derveyê bajêr bi wesayîtan hatibûn anîn.”

Hewil didin provokasyoneke nû bikin

Şahîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hinek kes hewil didin vê dorhêla biratiyê ya li Tirkiyê sûîstîmal bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew kes nasnameya me ya qewmî hedef digrin.Ez ji wê rica dikim, komeke biçûk a ku provokartiyê dike heye.Doh di cenazê de heman tiştî kirin.Ev kes ne zarokên vî bajarî ne û hatin vî bajarî û hewil dan provokatortiyê bikin.Em ji ber vê yekê li vê derê .Em yek in û digelhevin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir