• DOLAR 32.494
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2436.79
  • ...
"Fermandar ji me re got; tankan bajon ser gel û wan bikujin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

M.Kyê ku li Stenbolê leşkerî dikir diyar kir ku wê teşebusa derbeyê ji kalekî bihîstiye û fermandarê wan jî wek destûr destê kî de al heye û tekbîr tînin tankan bajon ser wan û wan bikujin.

M.Kyê ku li Stenbol leşkerî kir destnîşan kir ku komekî leşker ya di nav wan de teşebusa derbeyê pêk aniye û ew ji vî yekê xeberdar nebûne. Dûvre M.K ragihand ku ew piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê 20 roj maye di binçaviyê de.

K.M. serpêhatiyên xwe yên wê şevê ji ÎLKHAyê re ragihand. K.M. wiha pê de çû: “Şeva derbeyê ji me re gotin tetbîqat heye û derxistin derve. Li ser me bes eşofmanên me hebû. Me birin Balafirgeha Ataturk. Li wir hinek însan hebû. Heta me dîtin û bi hev re fotogragf kişandin. Qîzakê ciwan hat cem min xwest ku fotoğraf bikêşe. Min jî qebûl kir. Dûvre xalekî kal hat cem me û ji me re got; ‘gelo hûn haydar in ku hûn li vir çi dikin?’ Min bigot; ‘li vir tetbîqat heye.’ Ji min re got; ‘we li televîzyonan mêze nekiriye ku teşebusa derbeyê pêk tê.’ Ji ber ku min nezaniya derbe çiye wek pirs min jê re got; ‘derbe çiye?’ li ser vî yekê qala derbeyê kir. Wê çaxê min fêm kir ku dê derbe pêk were. Ji ber vî yekê min telefonê li bavê xwe kir.”

 “Heke me çekan daneyniya dê gel me lînç bikira”

K.M, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gel li wir zêde bû li ser me de hat. Di destê wan de al hebûn, tekbîran tanîn û li ser me ve dihatin. Me jî li wir ji fermandarê ku xwediyê payeya herî bilind e re wek pirs got; ‘em leşker in. Çima ev ser me ve tên.’ Fermandar ji min re got; ‘tu li îşê xwe binêre.’ Dûvre em têketin nav tankan. Em 5 kes 45 deqîqe mehsûr man. Ji bo ku gel tênekeve nav tankan me deriyan asê kir.”

K.M, di encama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Di nav kfermandarên me de kesên ku digotin; ‘gule berdin gel’ hebû. Dûvre em ji tankê derketin û me got; ‘em leşker in. Haya me ji tu tiştî tune.’ Dûvre polêsan me û fermandaran binçav kirin. Em li Silîvriyê 20 roj di binçaviyê de man.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir