• DOLAR 32.604
  • EURO 34.731
  • ALTIN 2518.901
  • ...
 "Em temamê ramanên ku fikr û zikrê xwe bi xwînê motîve dikin tel'în dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê du rojan li Entabê êrîşa xwekujiyê li dawetekê hatibû kirin û di êrîşê de 54 kes jiyana  xwe dabûn. Ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezafan ve di derbarê vê êrîşê de daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Em hêj rûyê wehşet û hovîtiyê di bajêrên me yên cuda de û di wextên êvarî  de dibînin.Ew êrîşên ku li Diyarbekir, Qoser, Wan, Midyad û Entabê hatin kirin cardin me xemgîn kirin.Em cardin lenetê li wan kesên esfelesafilîn ên ku bûn sedema hêstirên çavan û qerîna zarokan tînin.”

 “Zalim her çiqas rûyên xwe yên rastî veşerin jî kesên ku wan herî baş nas dikin kesên mezlûm in”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin pêwîst e xelk ji ber van êrîşan bêhêvî nebe û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ji teref hinek mahlûqan ve li Entabê qetlîameke mezin hat kirin.Di wê êrîşa ku 54 însanê me jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.Ji ber vê birînên ku vebûnê dê neyên jibîrkirin û dê neyên girtin .Peyv êdî têra wehşetên ku di van pêlên dawî de tên kirin, nake.Gur ji hêlînên xwe derdikevin û di şiklên cuda de êrîşê dibin li ser miletê me.Qatilên ku ji motka mustekbîran derketine bêperwa xwîna kesên bêsûc û bêguneh diherikînin.Divê ew kes zanibin ku xelkê me dê li dijî van yekan bêdeng nemîne. Zalim her çiqas rûyên xwe yên rastî veşerin jî kesên ku wan herî baş nas dikin kesên mezlûm in. Pêwîst e xelk ji ber van êrîşan bê hêvî nebe, tewekulî Xwedê bike û li dijî  zalimên wek bukelamin, hişyar bin.”

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin pêwîst ew kesên ku xwîna ku diherike li gor menfeata xwe bikartînin bên dîtin û pêwîst e  tif bikin rûyên wan û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Em wek Cemiyeta Mustezafan ji Xweda Teala ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji bona wan kesên birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir