Barzanî dê were Enqerê
Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî dê sibe were Enqerê.
Hat hînbûn Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî ji bo hinek peywendiyan dê sibe were Enqerê.
Tê diyarkirin Barzanî dê bi Serokomar Recep Tayîp Erdogan û bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê bike.
Her wiha hat ragihandin Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî dê ji bo ziyaretinan biçe Îranê jî.(ÎLKHA)