• DOLAR 32.34
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2307.62
  • ...
"HDPyiyan hewil dan  ji bûyerê fêde bigrin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay piştî civîna MYKê ya AK Partiyê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Entabê li dawetekê hat kirin de daxuyaniyek da.

Aktay di daxuyaniya ku da de balan kişande li ser hewildana HDPyiyan a di warê êrîşa Entabê de û destnîşan kir rêxistina Bajêr a HDP beriya ambûlansan hat cihê bûyerê ku ev yek jî nîşan dide ew ji vê bûyerê re haziriya xwe kirine.Aktay dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew parlementerên HDPyî û kesên ku bi wan re ji bajarên din hatibûn hewil dan  cihê cenaze bikin cihê mîtîngê.Her wiha ew kes hewil dan ku bûyerê provoke bikin.”

Aktay di dawiya daxuyaniya ku da de ji Xweda Teala ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane  rehmet û ji kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.”(ÎLKHA)
 

Bu haberler de ilginizi çekebilir