Piştî teqîna li Wêranşarê dîmenên herî ewil
Piştî înfilaqkirina teqemeniya li navçeya Wêranşara Rihayê ya ku di bin erdê de hatibû bicîkirin dîmenên herî ewil tûndiya li navçeyê anî li ber çavan.
Teqemeniya ku li navçeya Wêranşara Rihayê li ser Rêbeja Wêranşar-Riahyê di bin erdê de hatibû bicîkirin û dûvre di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hat înfilaqkirin tûndiya teqemeniyê anî liber çavan.
Piştî teqîna ku bû sedema mirina polêsek û birîndarbûna 4ê wî polês bi tevahî 6 kesan dîmenên ku li mintiqê hatine kişandin tûndiya teqînê anî ber çavan.
Hat dîtin ku ji ber tûndiya teqemeniyê wesayîta ku ji bo teqînê hatibû emilandin bi tevahî şewitiye û di dera ku teqîn pêk hatiye de jî çalekî mezin vebûye. Ji ber vî yekê Rêbeja Wêranşar-Rihayê ji tarfîkê re hat girtin.
Her wiha hat ragihandin ku li herêmê opperasyonên bi berfireh dest pê kirine. (ÎLKHA)