• DOLAR 32.366
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2325.172
  • ...
Şideta teqînê bi ronîbûna dinyayê derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku li Entabê li dawetekê hatibû kirin de 50 kes jiyana xwe ji dest dan û 94 kes jî birîndar bûn. Texrîbata mezin a ku ji ber teqînê pêk hatibû bi ronîbûna dinayayê derket holê.

Hinek hemwelatî li ber nexweşxaneyên seknên xwe didomînin û hinek jî ji ber xeberên mirinê xemgînin.Şideta êrîşa wehşîyane bi ronîbûna dinyayê derket holê.

Di dîmenên ku li bûyerê hatine kişandin de tê dîtin kesekî ku ji êrîşê birîndar xelas bûye dema ku ji cihê bûyerê dûr bûye şimika xwe daye erdê û perçeyekî şalê zarokê ku jiyana xwe ji dest daye bi şibakê ve daleqandî maye.Ev dîmen û yên mîna van dehşeta êrîşê nîşan didin.Ji ber êrîşê di gelek malên derdorê de xisarên mezin pêk hatin û camên hinek malan jî bi temametî şikestin.

Kesê bi navê Hayatî Y. yê ku berî teqînê 5 deqîqe ji cihê dawetê veqetiya û çû mala xwe. Hayatiyê ku bi kêlîkê ji êrîşê xelas bûbû tiştê ku wê şevê wî jiyaye ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Hayatî Y. di derbarê mijarê de wiha axivî: “Doh êvarî li taxa me şeva hinê hebû.Em jî li cihê dawetê kom bûbûn.Ji nişka ve teqîn pêk hat.Hejmera miriyan zêde ye.Min tesîra teqînê ji malê hesiya.Wextê hinê bû, dawet xelas nebûbû.Piştî teqînê min xwe berda jêrê.Mirî zehf bûn.Tiştekî ku hatibana kirin nîn bû.Ji xwe ambûlans hatibûn.Kesên ku jiyana xwe ji dest dan ezlebe pîrek û zarok bûn.”(ÎLKHA)




















 

Bu haberler de ilginizi çekebilir