Li edliyeyên Mêrdînê operasyona FETO: 26 binçavî
Di bergeha lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê hatibû destpêkirin de li edliyeyên Mêrdînê li dijî FETO operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 26 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li edliyeyên Stewr, Mehsert, Qoser, Nisêbîn û Mêrdînê li dijî FETO operasyon hatin kirin, di operasyonên ku hatin kirin de 26 kes hatin binçavkirin.Lêgerîna 4 kesên din ên ku di derheqê wan qerara girtinê heye berdewam dike.(ÎLKHA)