"Ew kesên ku li ber lûleyan disekinîn ne bijartî bûn"
Serokomar Erdogan di qebûlkirina lijneya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê de axavtinek kir, Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir 'Ew kesên ku kolan û sikakan dagirtin , li xwe ber tanqan dirêj kirin û li ber lûleyan sekinîn hemwelatiyên vî welatî yên ji çîna navîn bûn.'
Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir: ‘Ew kesên ku kolan û sikakan dagirtin , li xwe ber tanqan dirêj kirin û li ber lûleyan disekinîn dizanibûn ku di dawiya vê rêyê de şehadet, gazîtî heye û ew kes hemwelatiyên vî welatî yên ji çîna navîn bûn.Dema ku ev kes ji hezkirî û naskirîyên xwe helalî dixwastin qet poşman nebûn û netirsiyan.”
“Ev milet ji xeynî Xwedê serê xwe li ber tu hêzê din natewîne”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku temen, pîşe,perwerde û memleketên wan kesên ku şehîd û gazî bûne, bê nihêrtin dê Tirkiyê bi xwe bê dîtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin ev milletê ku îstîkbal û îstîklala xwe teslîmî darbekeran nekiriye, dê ji xeynî Xwedê serê xwe li ber tu hêzê din natewîne.”(ÎLKHA)