• DOLAR 32.531
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2435.09
  • ...
Qubeya mizgeftê daket: 2yê wî giran 6 kes birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Artukluya Mêrdînê qubeya ku sazkirina wê didomiya daket. Di encama daketinê de 2yê wî giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên hawîrdor.

Bûyer îro di saet 11.00an de li Qada Karayollari de qubeya ku sazkirina wê didomiya daket. Gor agahiyên hatine bidestxistin qubeya ku sazkirina wê didomiya daket ser karkeran.

Piştî ku bûyer hat bihîstin gelek ekîbên tendirustiyê sewqê dera bûyerê hat kirin. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat ragihandin ku 2yê wî giran bi tevahî 6 kes birîndar bûne.

Her wiha Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman çû dera ku bûyer qewimî û tehqîqat kir. Di derbarê bû yere de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir