• DOLAR 32.589
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2429.524
  • ...
Li Yemenê êrîş li nexweşxanê hat kirin: 11 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li bajêra Hacceya Yemenê êrîşa hewayî li nexweşxanê hat kirin, di êrîşa ku hat kirin de li gor agahiyên hatine wergirtin 11 kes jiyana xwe ji dest dan  û 19 kes jî birîndar bûn.

Ji teref birêveberiya nexweşxanê ve li ser hisaba  twîtterê daxuyaniyek hat dayîn, li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn  êrîş li nexweşxaneyeke ku li herema Abesê ye hatiye kirin û di êrîşê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan  û 19 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin koordînatên nexweşxanê ji teref wan ve him ji hêzên hevpeyanê re û him jî ji terefên  ku li Yemenê şer dikin re jî hatiye dayîn da ku nexweşxane nebe hedefe wan.

Hat hînbûn di derbarê êrîşê de ji teref hêzên hevpeymana ku sêrîkêşiya wê Erebîstana Siûd dike ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir