• DOLAR 32.49
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2480.269
  • ...
Yapicioglu: Divê xelk   ji êrîşan re berteka pêwîst nîşan bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu kesên ku di êrîşa bombeyî de birîndar bûbûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ziyaret kir.Yapicioglu di dema ziyaretê de êrîşa ku hatiye kirin wek wehşetê wesfand  û dû re daxuyaniyeke çapeniyê da.Yapicioglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir “Ji bo ku cardin êrîşên mîna vê neyên kirin divê xelk berteka pêwîst ji êrîşan re nîşan bide.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de êrîşa ku hatiye kirin wek wehşetê wesfand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştekî ku eseh e heye ku ev yek wehşet e.Û tu feydeya vê digel kesên ku vê êrîşê kirine ji tu kesî re nîne.Ev êrîşeke wehşîyane ye ku tu feydeya wê ji kesên ku li vî welatî dijîn re nîne.Ev yek li hisaba wan kesên ku dixwazin aloziyê li vî welatî derînin û her wiha kesên ku dixwazin vê derê bikin mîna Sûriyê û li hisaba wan emperyalîstan tê.Ev êrîş cinayetên wehşî ne û tu feydaya wan ne ji Tirk û Kurd û Ereban re ne jî ji xort û ciwan û gundîyan re heye.Em  hêvî dikin cardin tiştekî din bi vî awayî pêk neyên.Lê belê ji bo cardin êrîşên bi vî awayî nebin divê xelk berteka pêwîst ji êrîşan re nîşan bide.Heta ku ev bertek neyê dayîn em bifikarin ku ev êrîş dê bên kirin.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de êrîşên ku berî niha li Diyarbekir û Qoserê hatine kirin bi bîr anî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Pêleke nû dest pê kir.Piştî êrîşên ku li Diyarbekir û Qoserê hatin kirin re vêcar jî li veqetîna rêya Diyarbekir û Êlihê teqînek pêk hat.Em hêvî dikin ew kesên ku van êrîşan dikin jî ji vê yekê ders û ibretan bigrin.Bi heman awayî em hêvî dikin ku ew kes vê yekê bibînin ku tu feydaya van êrîşan ji wan re nîne û ew ê ev yeke bibe sedema xelasbûna wan û ew kes dev ji van êrîşan berdin.Ez bi vê wesîlê ji Xweda Teala ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên birîndar bûne re şifayê teleb dikim.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir