• DOLAR 32.498
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2429.209
  • ...
"Edê destê xwe ji pêsîra gel berdin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut kesên ku di êrîşa li Diyarbekirê hatibû lidarxistin û di encama êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest dabûn de birîndar bûbûn ziyaret kir û daxwaziya şîfahê ji birîndaran re xwestin.

Turgut dema ku birîndaran ziyaret kir ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Turgut di daxuyaniyê de wiha destnîşan kir: “Qêrîn û zarîna pîrekên li vir nihava mirov dişewitîne. Gelê Kurd zehf zehmetî kişand û hêj jî dikêşîne. Hêzên hevkar ên navneteweyî piyonên xwe yên mehelî derxistin qad û kolanan. Dê ev yek heta kengî bidome? Edê destê xwe ji pêsîra gel berdin. Êdî dev ji qetilkirina gelê Kurd ên ku hûn ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinê pêk tînin berdin. Gelê Kurd dê vî yekê qebûl neke. Êdî em dibêjin bes e.”

Turgut bal kişand ku di van êrîşan de gelê Kurd tê qetilkirin. Dûvre Turgut axavtina xwe wiha domand: “Em naxwazin ku êdî êş û janên wiha biqewimin. Di vî teqînê de ji xeynî Kurdan tu kes miriye? Ev cinayet û êrîş hata ku derê? Em di vî bûyerê de dibînin ku asta nemirovahiyê gihaye heta kû derê. Gelê Kurd çendîn sal ji Kemalîzmê kişand. Niha jî ji versiyona wê ya PKKê dikêşîne.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir