• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Diyarbekirê êrîşa bombeyî: 2 mirî û gelek zêde birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîş di derdora 13.10an de pêk hat û hat ragihandin ji ber êrîşê mirî û birîndar hene.

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin beriya êrîşê dengê çekan hatiye bihîstin û 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne.Her wiha dîsa li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku ji şahidana hatine wergirtin kesên êrîşker pêşî bi çekan li ser navenda polêsan de gule reşandine û piştî ku polês derketina derve wesayîta bombebarkirî dane înfîlakkirin.Ji ber êrîşa ku hat kirin 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne û li cihê bûyerê çaleke kûr vebû.

Her wiha  hat hînbûn kesên bi navê Herdem Çetîner û Turkan Denîzera ku ji bo ziyareta mahqûman diçûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê ji ber teqînê birîndar bûne.Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.

Dê hûrgilî bên nûkirin…(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir