• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
Mela Şerîfê ku ji mexdûrên PDY/FETO ye 20 sal e ku di girtîgehê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çelîk di derbarê mijarê de destnîşan kir dosya ji teref polêsên paralel ên di Ewlehiya Şernexê de ne ve hatiye amadekirin û ji teref hakimên 9emîn Daîreya Cezaya Giran a Dadgeha Bilind ve hatiye tesdîqkirina ku ew hakim jî bi rêxistina paralel re têkildar e.

Mela Şerîf di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “Ez digel qumpasekê hatin binçavkirin.Di dema binçaviyê de bûm, min ji wan re got ku ez birayê Fexredîn Çelîkê ku hatiye şehîdkirin im.Çawa ku vê yekê bihîstin îşkence li min kirin da ku  temamê sûcan têxin stûyên min  û ji bo hejmera dosyayên faîlê wan meçhul kêm bikin îşkenceyek nema ku li min nekirin.Dema ku ez di girtîgehê de bûm darizandina min 5 sal berdewam kir û ez tehliye bûm.Dû re jî min beraat kir.Piştî eskeriyê dema ku min li Hezexê wezîfe dikir ji teref Ewlekariya Şernexê ve hatim binçavkirim.”

 “Ew terorîstên FETO yên ku cilên polêsan li wan bûn li Şernexê min binçav kirin”

Mela Şerîf di berdewama axavtina xwe de qala bêhûqiqiyên ku di dosyaya wî de hatine kirin, kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew terorîstên FETO yên ku cilên polêsan li wan bûn li Şernexê min binçav kirin û bi îdîayên bêbinî yên ku li ser masê hazir kirine min şandin girtîgehê. Ew terorîstên FETO yên ku cilên polêsan li wan bûn wezîfeya xwe bi heqê wê anîn cî û mehkemê jî li gor talîmatan tiştên ku polêsên FETO nivîsandibûn esas girtin û ji doza ku min beraat kiribû cezaya muebbet dan min.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew polêsên ku bi wan re muhatap dibû bifexr digotin ku em şagirdên Fethullah Gulenî ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Polêsên ku di Ewlekariya Şernexê de wezîfedar bûm temam digotin ku ‘em şagirdên Gulenî ne ‘ û bi vê yekê difexirîn.Qet vê yek nediweşartin û bi şikleke eşkere dianîn ziman.Zîra gelek meqam wê rojê li terefa wan bûn,di derheqê wan de gotine ev dijminê dîn û milet in sedema îdamê bû.Ji ber vê yekê ez bi salan sekinim da ku dorheleke bi vî awayî pêk bê û ez mexdûrîyeta xwe karibim bînim ziman.”

 “Ew kesên ku di ewraqê de sextekarî kirin teşebûsî darbê kirin”

Mela Şerîf destnîşan kir ew di wê heyamê de dîlekçeyek daye Serdozgeriya Komarê ya Şernexê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min di wê dîlekçeyê de destnîşan kiribû ku ew polêsên PDYê yên di Ewlekariya Şernexê de di ewraqê de sextekarî kirine û beyanên çewt dane mehkemê û bê bextî xistine stûyê min û bûn sedem ku mehkemê di aleyha min de qerarê bide.Lê Serdozgeriya Komarê ya Şernexê bersiva wext di ser de derbas bû da min.Ji ber vê yekê min ji Hakimtiya Cezaya Sulhê ya Şernexê re îtîraz kir.Lê îtîraza min hat redkirin.Dû re min muracatî HSYK, Wezareta Edaletê û Pişkîneriya Qamûyê kir.Hinek ji wan bersiv dan hinek ji wan bersiv nedan.”

Mela Şerîf di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir exlebeya endamên 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind di destê FETO/PDYyê de ye û dû re wan bêhiqûqiyên ku  berî niha lê hatine kirin, kir.

Mela Mihemed Şerîf Çelîk

Mela Mihemed Şerîf Çelîk  di sala 1993an de hêj 20 roj li ser zewaca wî derbas bûbû ku bi sûcdarkirina endambûna Cemaeta Hîzbullah hat girtin.Çelîk piştî ku 5 salan di girtîgehê de ma re beraat kir.Encax çawa ku beraat kir wî birin eskeriyê.Piştî ku ekseriya wî xelas bû re li navçeya Hezexa Şernexê dest bi wezîfeya xwe ya melatiyê kir.2 sal  ji ser beraatkirina wî derbas bûbû ku ji heman dosyayê dîsa hat girtin. Mela Mihemed Şerîf Çelîk ev 20 sal e ku di girtîgê de ye û bi dorê di girtîgehên Şernex, Mêrdîn, Bingol, Sêrt, Batman, Ordu û  Diyarbekirê de ma. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir