• DOLAR 32.51
  • EURO 34.779
  • ALTIN 2497.742
  • ...
Niştina duyemîn ê Cafer Gîzliyî dê sibê were dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina yekem ê Cafer Gîzliyê ku di bergeha qampên zivistanê de ji Diyarbekirê çûbû Silîfkeya Mêrsînê û li wir di qampê de ji teref komek alîgirên PKKyiyan ve hatibû qetilkirin dê sibê li Silîfkê were dîtin.

Di doza ku dê sibê dest pê bike de dê bersûc Mehmet Duman were darizandin. Di idîayê de tê diyar kirin ku bersûc Mehmet Duman û hevalên wî yên pê re ji devê behrê kevir û çov berhev kirine û êrîşê li odeya Gizliyî kirine.

Di idîanamê de tê destnîşankirin ku êrîşker piştî ku êrîşê li Gîzliyî kiriye ji pencerê ve xwe avêtiye û er koma êrîşker ve çûye. Her wiha di idîanamê de tê belavkirin ku bersûc Mehmet Duman dema ku hatiye qempê bi xwe re kêr aniye û bi wî kêrê êrîşê Gîzliyî kiriye. Ji ber vî êrîşê Gîzlî dirêjê erdê dibe.

Her wiha di idîanamê de tê destnîşankirin ku di encama vî êrîşê de Gîzlî xwîn winda kiriye û di encama birîndarbûna demarên wî de jiyana xwe ji dest daye. Piştî vî yekê koma êrîşker li wezîfedarekê ku di qempê de dixebite geriyaye û rewşê jê re qise kiriye. Li ser vî yekê cendirme hatiye û midaxaleya vî bûyerê kiriye.

Di idîanamê de hat diyarkirin ku bersûc Mehmet Duman sûcê xwe qebûl kiriye. Kêra ku di êrîşê de hetiye bikaranîn ji bo ku were diyarkirin gelo xwediyê kêrê êrîşker e ya ne şandine Serokatiya Daîreya Têkiliyên Bersûcan a Cendirmeya Enqerê.

Wekê ku tê bibîranîn Cafer Gîzlî di 31ê Çileya Paşîn a 2016an de li Silîfkeya Mêrsînê di qempa ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Xizmetên Ciwanî û Werzişê ya Mêrsînê ve hatibû lidarxistin de ji teref komek alîgirên PKKyiyan ve hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir