• DOLAR 32.331
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2295.22
  • ...
SON DAKİKA
HUDA PAR beşdarê cinazeya kesên ku di êrîşa li Diyarbekirê de mirîbûn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

5 siwîlên ku di êrîşa li navçeya Sûra Diyarbekirê di hawîrdora Pira 10 Çavî hatibû lidarxisitin jiyana xwe ji dest dabûn de 2 yê wî yên ehlî Erxenî li Gundê Maciranê hatin definkirin. 3 kesên din ên ku jiyana xwe ji dest dabûn jî ji bo definkirinê cinazeyên wan şandin navçeya Gebzeya Erxeniyê.

Behîye Yildirima 61 sal û qîza wê Derya Yildirima 25 salî yên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn piştî nimêja cinazeyê wan li goristana gund defin kirin.  

Qeymeqamê Erxenî Mehmet Alî Gurbuz, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Serokê Navçeya Erxenî yê HUDA PARê M. Emîn Buran, Serokê Navçeya Çermîkê yê HUDA PARê Setfettîn Yîgît, Serokê Kardeş-Dera Erxenî Mustafa Oz, endamên STKyan û gelek hemwelatî beşdarê merasima defnê bûn.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu ji kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet xwest û serxweşî li malbatên kesên ku di teqînê de xizmên xwe ji dest dane da. Dûvre Tanrikulu û lijneya pê re beşdarê taziyeya Yildirimê bûn. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir