• DOLAR 32.583
  • EURO 34.999
  • ALTIN 2421.797
  • ...
HUDA PAR serxweşî li malbatên kesên ku di êrîşa PKKê de miribûn da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û lijneya pê re çûn taziyeya malbata Aydinê ya ku ji wan 5 kes di êrîşa li navçeya Sûrê di hawîrdora Pira 10 Çavî de hatibû lidarxistin de miribûn.

Di êrîşa ku doh hatibû lidarxistin de Oguzkan Aydin, Muhammet Aydin, Derya Yildirim, Demet Aydin Yildirim û Ceylînnaz Yildirim jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku miemeleyên li ser van cinazeyan di mirîxanê de hat kirin ji bo definkirinê cinazeyan şandin navçeya Erxeniyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut û lijneya pê re li ber mirîxaneyê serxweşî li malbata Aydinê dan.

Turgut serxweşî li Turan Aydinê ku di êrîşê de 2 nevî, bûk, jina xinamiyê xwe û qîza xwe di teqînê de ji dest dabû da. Turgut diyar kir dibe ku rêxistinên terorê li gelemperê Tirkiyeyê êrîşên wiha lidar bixin.

Turgut wiha bang li gel kir: “Qethiyen ji lîstikên çeteyên terorê re nebin amûr û rûyê van ê rast bibînin. Ev maşeyên dewletên emperyalîst ên wekê DYE, Îngîlistan, Fransa û Îsraîlê ne. Ev çeteyên hanê her dem li welat xwîn rijandine. Hewl didin ku fitne û fesadî têxin nabeyna me. Lê înşaellah dê em dijî vî yekê bibin.”

Turgut piştî ku serxweşî li malbatê da û rehmet ji kesên ku di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dan re rehmet xwest dawî li axavtina xwe anî.

Turan Aydin ji ber ziyareta wan ji HUDA PARê re teşekur kir. Dûvre ji wehşeta ku hat lidarxistin re wiha bertek da nîşandan: “Ji vî welatê Misliman çi dixwazin? Ji bangê çi dixwazin? Gelo em vî memleketê bikin dêr? Xweda firset nede çeteyên terorê. Ez şewitîm bila kesên din neşewitin. Min zarokên xwe ji dest da. Sûcê zarokên min çi bûn?”

Aydin di nav şîn û girînê de vî êrîşa ku wehşiyane hatiye lidarxistin şermezar kir. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir