• DOLAR 32.564
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2428.966
  • ...
HUDA PAR di derbarê êrîşên Diyarbekir û Mêrdînê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê di derbarê êrîşa li navenda bajarê de daxuyaniyekî nivîskî da û bi vî daxuyaniyê ji êrîşên ku li Diyarbekir û Mêrdînê ji teref PKKê ve hatiye lidarxistin berteka tûnd nîşan da.

Di daxuyaniyê de serxweşî li malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane hat dayîn. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Li Diyarbekirê ji heman malbatê 1ê wî zarok bi tevahî 5 kes; li Qoserê jî 3 kes jiyana xwe ji dest dane. Em van êrîşên menfûr şermezar dikin. Xweda rehma xwe li kesên ku jiyana xwe ji dest dane bike û serê malbatên ku xizmên xwe ji dest dane xweş bibe. Xweda şîfa ji kesên ku di encama teqînê de birîndar bûnre re bişîne.”  

 “Gelê me dijî van êrîşên ku hatine lidarxistin sekiniye û dê vî yekê jî bidomîne”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK hewl dide ku bi fatureya siyaseta çal û berîqetan gelê Misliman ên Kurd bide cezakirin. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji bo ku herêma me bê îstîqrar bikin û ji hêzên emperyalîst re bikin amûr ev êrîş tên lidarxistin. Ev êrîş bi tu wechê nayên qebûlkirin. Gelê me van êrîşan qet tewsîb nekiriye û dijî van êrîşên ku hatine lidarxistin sekiniye û dê vî yekê jî bidomîne. Berî jî di encama êrîşên bombeyî de tebloyên wehşiyane derketibûn holê û wekê ku me diyar kiribû; PKK hewl dide ku bi fatureya siyaseta çal û berîqetan gelê Misliman ên Kurd bide cezakirin. Ev yek eşkere ye.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ji ber ku gel piştgirî neda vî siyaseta çal û berîqetan hişmendiya PKKê fatureya vî siyasetê ji gel re birî. Qesta can û malê gel kir. divê ku demildest ev wehşet were sekinandin û êdî gelê me mexdûr û belengaz nekin.”

 “Qetilkirina siwîlan a rêxistina taşeronan dê dawiya xwe bi xwe bîne”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Serekkonsuliya Edenê ya DYEyê beriya êrîşê hatiye Diyarbekirê. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Piştî ku teşebusa derbeyê ji teref gelê me yê Misliman ve hat rawestandin piştî hatina diyarbekirê ya Serekkonsuliya Edenê ya DYEyê êrîş hat lidarxistin. Ev yek dide nîşandan ku hewl didin dûbare nexşeyên îşqalê yên Emperyalîsta xerbî tetbîq bikin. Qetilkirina siwîlan a rêxistina taşeronan dê dawiya xwe bi xwe bîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir