• DOLAR 32.33
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2307.15
  • ...
Texrîbata teqîna li Diyarbekirê bi rojdanê re derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Texrîbata êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê ji teref PKKê ve hat lidarxistin de 5 siwîl jiyana xwe ji dest dabûn û 5ê wî polês bi tevahî 12 kes jî jiyana xwe ji dest dabûn bi rojdanê re derket holê.

Di tehqîqata ku li ciyê bûyerê didomiya de dema ku roj avêt eşyayên şexsî yên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin.

Di ciyê ku teqîn pêk hatibû de kûrahiya teqînê bala mirov dikişîne û camên tesîs û saziyên li hawîrdorê ji ber bandora teqînê şikestine. Piştî ku tehqîqat hat kirin rê ji ttafîkê re hat vekirin.

Osman Polatê ku 100 mêtre ji dera teqînê dûr bû destnîşan kir dema ku teqîn pêk hatiye ew ji ber dengê teqînê dirêjê erdê bûye.

 “Dema ku teqîn pêk hat agir girt her derê”

Polat wiha qala dema teqînê kir: “Sedema çûna malê ez ketim rê. Dengek bilind min bihîst. Dema ku teqîn pêk hat ez 100 mêtre ji dera teqînê dûr bûm. Ji nîşka ve teqîn çêbû û agir girt her derê. Ez ji ber bandora teqînê dirêjê erdê bûm. Dûvre min hewl da ku ez werim ciyê teeqînê lê polêsan destûr nedan min. Min dît ku mirî û birîndar hene. Perçeyên miriyan li erdê bû. Xweda bela bide kesên ku vî yekê dikin.”

 “Gelek kes ji ber perçeyên şerepnelan birîndar bûbûn”

Şahidê 12 salî yê bi nanvê Îsmaîl Polat destnîşan kir ku gelek kes ji ber bandora teqînê dirêjê erdê bûbûn. Dûvre Îsmaîlê biçûk wiha pê de çû: “Malbat berê xwe dabûn wê aliyê û dimeşiyan. Dema ku teqîn çêbû malbat dirêjê erdê bûn. Pîrekekê kêleka min direviya. Ji çavê xwe birîndar bûbû. Lingê zarokekî jê ketibû. Dema ku teqîn çêbû min fêm kir ku teqîn çêbûye. Lewra xar belavê her derê bûbûn. Ji ber ku ev xar îsabetê wan kirbû gelek kes birîndar bûbûn. Dîreka ceyranê daketibû. (ÎLKHA)
 











































Bu haberler de ilginizi çekebilir