• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"FETO, nobeta îxanetê datine PKK hildigire"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan di hewşa Kulliyeya Serokkomariyê de xîtabê gel kir. Erdogan wiha diyar kir: “ FETO, nobeta îxanetê datine PKK hildigire. Ew datine DAÎŞ hildigire. Em dizanin ku ev hewcedariya cîbiliyeta wan e.”

Erdogan bal kişand ku mirov nizane  xeter ji kî, çawa, ji kû tê. Ji ber vî yekê pêwîst e ku mirov dijî vî yekê her wext amade bibe.

 “Dê DYE tercîh bike; ya Tirkiye an jî FETO”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku fînansmanê FETOyî li Bulgarîstanê hatiye girtin. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Penaberiya wî hat redkirin. Wî teslîmê Tirkiyê kirin. Em li pey wî ne. Dê em li pey wî bibin. Zû yan jî dereng dê DYE tercîh bike; ya Tirkiye an jî FETO. Ya derbeker FETOyê terorîst an jî Tirkiyeya welatê demokrasiyê.”

 “Siyasî nikarin telebe îdamê ya gel bavêjin piştguhên xwe”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku berê mijara îdamê anîne rojevê. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dîsa dibêjim, pêwîst e ku siyasî teleba gelê min a hanî navêjin pişt guhên xwe. Nikarin vî yekê bikin. Divê ku çi bikin? Pêwîst e ku vî yekê di parlementoyê de biaxivin. Dema ku ev tê axavtin bila tu kes vî yekê bi valahiya hiqûqî eşkere neke. Ji dîroka derbeyê pê ve ev divê ku were rojevê û were axavtin. Heke parlemento bibêje erê wek Serokkomar ez jî vî yekê dipejirînim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir