• DOLAR 32.599
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2408.542
  • ...
Hûrgiliyên êrîşa bombeyî ya li Diyarbekirê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hûrgiliyên êrîşa bombeyî ya ku li navçeya Sûra Diyarbekirê dema ku wesayîta polêsan derbas dibû hat lidarxistin eşkere bû.

Erîş di derdora saet 19.15an de li mintika Mardînkapiyê li ber Pira 10 Çavî hat lidarxistin. Dema ku wesayîta polêsan derbas bû wesayîta bombebarkirî hatiye înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de 5 siwîl jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin dema ku teqîn pêk hatiye kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi wî demê de di nav wesayîtê de bûne û ji wan 2 kes zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ehlê Gundê Maciran a girêdayê navçeya Erxeniyê ye.

Hat destnîşankirin xetera jiyana 5ê wî polês bi teevahî 12 kesên ku birîndar bûbûn didome. Her wiha hat dîtin ku dikan û avahiyên hawîrdor zirarê dîtine. Ji bo ewlehiyê qorîdarê hawîrdor hatiye asêkirin.

Serozgerê Komarê yê Diyarbekirê Kamîl Erkut Gure û Midûrê Ewlehiya Bajêr Adnan Taşdan li dera ku teqîn pêk hatibû tehqîqat kirin.

 Serozgerê Komarê yê Diyarbekirê Kamîl Erkut Gure di derheqê êrîşê de daxuyanî da. Gure destnîşan kir di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zaroka jî hene. Dûvre Gure wiha axavtina xwe domand: “Xebat û tehqîqatên di derbarê êrîşê de didomin. Mixabin ev êrîş li siwîlan hatiye kirin. 5 siwîl jiyana xwe ji dest dan. Rewşa yekî ji wan giran e. Polêsên birîndar hene. Êrîşa wesayîta bombebarkirî ye. Serê malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xweş bibe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir