Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa li Qoserê de daxuyanî da
Walîtiya Mêrdînê di derheqê êrîşa ku li navçeya Qosera Mêrdînê wek bombeyî pêk hatibû de daxuyanî da.
Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşa ku li li navçeya Qosera Mêrdînê wek bombeyî pêk hatibû û 1ê wî polês 2 siwîl bi tevahî 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Li navçeya me ya Qoserê di derdora saet 18.32yan de dema ku wesayîta polêsan a bi zirx derbas bûye ji teref Rêxistina Terorê ya Dabeşker ve êrîşa bombeyî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de polêsekî me şehîd bûye û 2 welatiyên me jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 5 polês û 15 hemwelatiyên me bi şiklekî sivik birîndar bûne.”
Di domahiya hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin û ji bo ku êrîşker werin girtin xebat didomin.” (ÎLKHA)