Navê kesên ku di êrîşa li Qoserê de mirin û birîndar bûn eşkere bû
Navê kesên ku di êrîşa bombeyî ya li navçeya Qosera Mêrdînê deme ku wesayîta bi zirx a polêsan derbasdibû hat lidarxistin de birîndar bûn û mirin eşkere bû.
Di êrîşa ku li Qoserê wek bombeyî hat lidarxistin de 52 kes birîndar bûbûn û 1î ji wan polês 3 kes jî jiyana xwe ji dest dabûn. Hat ragihandin ku nasnameya birîndar û miriyan eşkere bûye.
Navê kesên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên dermankirin; Serdar Ozdemîr (5), Demhan Ozdemîr (39), Abdusamet Yaman(23) Abdulcabar Ozdemîr (28) Zafer Guzel (20) Seyhmus Dağkizi (34) Azad Îlhan (12) Merve Nur Korkmaz (23) Şeyhmus Kakiz (23), Mehmet Korhan (36) Aykan Aktaş (42).
Nave kesên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin; Hakîm Bakir(14), Mustafa Aydin(23), Mehmet Acat (19) Zeynep Elva Bakir (3) Rifat Aydemîr (18) Nevzat Demîr (34) Ahmet Surer (15) Îsmaîl Dîlek (43) Mercan Bakir (32) Elîf Bakir (2).
Li Nexweşxaneya Parkê ya Mêrdînê jî tedawiya Yusuf Îbrahîmoglu (16) didome. Her wiha navê polêsê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye Nurettîn Tekîn û yên siwîl jî Asli Aydemîr û Abdurrahman Çecan e. (ÎLKHA)