Walîtiya Diyarbekirê: 5 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan
Ji teref Walîtiya Diyarbekirê di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li navçeya Sûra Diyarbekirê li dijî polêsan hat kirin de daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin li navçeya Sûra Diyarbekirê di derdora seat 19.15an de li dijî serwîsa polêsan bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 5 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 5 jê polês tevde 12 kes birîndar bûn.
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihadin kesên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên bajêr.(ÎLKHA)