• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Selefxur qîza min a 10 salî dê ji min bistîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sara Cana ku li Rihayê digel zarokên xwe di maleke bi du mêzel de hewil dide bijî di nava rewşeke nebaş û xirab de ne ku ev rewşa wan kezeba mirovan dişewitîne.Sara Xanim piştî ku mêrê wê mir re gelek zehmetî kişandin.Sara Xanima ku rasta zehmetîyan hatiye qala xwe û malbata xwe ji ÎLKHAyê re kir.

Sara Xanim di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir berî vê 6 salan mêrê wê li Iraqê di nava qemyonê de şewitiye û jiyana xwe ji dest daye û dû re naskirîyên mêrê wê dest danîne li ser mal û amûrên wan ên din.

 “Ji bo meaşa jinebîtiyê kaxizekê bi min dan îmzekirin , lê pey de min fêm kir ku min xapandine”

Sara Xanim di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Piştî ku mêrê min wefad kir re min ji tiyên xwe gelek îşkence dît.Hemû tiştên me ji destên me standin û ji aşîrê berdane me.Ceyrana me qut kirin û her cûr bêbextiyê kirin stûyê me.Tiyên min hatin ba min û gotin deynê mêrê te pir e û dest danîn li ser malê.Ji bona ku tapuyê jî bistînin min xepandin.Qaşo ji bo meaşa jinebîtiyê kaxizek anîn û bi min dan îmzekirin, lê dû re min fêm kir ku min xapandine. Dû re erebe,mal û hemû tiştên me ji me standin.A niha mala wan heye, lê ya min nîne.Welleh, ger ku însan alîkariya min nekin ez dê ji nêzan bimrim.

 “Ji ber tiştên ku pêk hatin lawên min qrîza qelb derbas kir”

Sara Xanim diyar kir piştî ku mêrê wê mir re lawê wê dixebitî û hewil dida debara malê bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn rewşa me dibînin.Em encax bi alîkariya însanan debara xwe dikin.Lawê min mezin berî ku bimre arîkariya me dikir.Ew jî êdî li ber mexdûrîyetan îdare nekir û wefat kir.Dema ku me ji mala me avêtin, em nêzî 4-5 rojan li parqan razan.Ji ber vê yekê lawê min qrîza qelb derbas kir û wî rakirin nexweşxanê.Lawê min ê ku ji eskeriyê nû hatibû li wê derê mir.Lawê min berî ku bimre ji min re nameyek nivîsandiye.Ew name di berîka wî de derket.Piştî ku min wê nameye xwend re min sond xwar ku ez dê li pey lawê xwe de negrîm.Lewra lawê min di nameye de nivîsandibû ‘Ger ku tu li pey min de bigrî, ez dê heqê xwe li te helal nekim.’ Ji ber vê yekê girîn ji min re haram e.”

 “Selefxur dê qîza min a 10 salî ji min bistîne!”

Sara Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku ew ketiye zehmetiyê, mecbûr maye ku ji selefxuran pere bistîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku ez karibim lawê xwe yê nexweş bidim ameliyetkirin ez mecbûr man ku ji selefxuran pere bigrim.Min 3 milyar ji wan deyn stand.Ew pere ku min nikarîbû bidim a  niha bûye 12 milyar.Zextan li min dikin.Heta ew kesê selefxur dibêje ku ‘ez ê qîza te ya 10 salî bi lawê xwe re bizewicînim.’ Ez geh diçim vî rexî û geh jî wî rexî, lê rewş weke ku hûn dibînin e.”

 “Ji 3 zarokên min ên ku mane 2 ji wan jî bi nexweşiya qelb in”

Sara Xanim di berdewama axavtina xwe de  destnîşan kir zarokên wê nexweş in û wiha pê de çû: “Qelbê qîza min hê wextê ku hatiye dinyayê ve qul e û di rovîkên wê de av top dibe.Ez ditirsim wê bidim amelîyatkirin.Em çûn doxtor, lê pere me tunebû.Wekî din bi lawê min re jî nexweşiya qelb heye û hestiyên wî dihêlin.”

“Ji bo riza Xwedê 2 nanan bidim me”

Sara Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî ku li parqê mane re bi saya kesên xêrxwaz maleke bi ode kirê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zivistana borî wellahî derfeta min nîn bû ku ez sobê deynim.Lawê min  ber çavên min direhelîn.Ez çûm ba Azîz Xoca, Xweda jê razî be xwarina ku bi qasî ku zarokên min têr bibin dida min.Tu kes nizane.Bawer bikin ez hatim malê, em 3 rojan birçî man.Wellahî zarokên min ji nêzan direhelîn û digotin daye ji me re xwarinê bîne.Ez ji ber vê yekê çûm firina nêzî mala me û min jê 2 nan xwest.Firinvan hat mala min û rewşa me dît û gelekî zêde nan û goşt da min.”

“Xwesteke min tenê heye, bila maleke ku ez û zarokên xwe karibin lê bijîn hebe”

Sara Xanim di dawiya axavtina xwe de bang li kesên xêrxwaz û rayedar kir û wiha dawî li axavtina anî: “Em ne cilan dixwazin ne jî tiştekî din. Xwesteke min tenê heye, bila maleke ku ez û zarokên xwe karibin lê bijîn hebe.Xirabe be jî ez razî me.Ez tiştekî din naxwazim.Ez razî me birçû û tazî jî bimînim.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir