• DOLAR 32.523
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2480.57
  • ...
Qursên Qur'anê bi kelecenake mezin berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê Qursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve bi slogana ‘Werê Vê Havînê Qur’anê Li Dilê Xwe Bineqişîne’ hatibûn vekirin bi eleqeyeke mezin berdewam dikin.

Îmam Xatîbê Camiya Qudretê M. Alî Sagdiç  di derbarê perwerdeya Qur’anê  de nirxandinan kir. Sagdiç di nirxandina ku kir de destnîşan kir zarok ji bo ilmên dînî hîn bibin eleqeyeke mezin nîşanî qursan didin.

Sagdiç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heta niha qursên yekem û duyemîn xelas bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlebeyê telebeyên me derbasî Qur’anê bûn.Elbet em dixwazin vê perdehiyê piştî mekteb vebûn re jî bidomînin.Em jî ji vê tewecuhê memnun in.Havînan 400 telebe tên mizgeftê.Kesên ciwan ên ku alîkariya me dikin hene. Em telebeyên ku tên camiyê bi şefkat û muhebbet pêşîwaz dikin.Em hewil didin bi germahiya hezkirina malê li mizgeftê derse bidin zarokan.Ji bilî dersa Qur’anê em ilmên din jî hînî zarokan dikin. Wek mînak destnimêj çawa tê girtin, nimêj çawa tê kirin û tiştên mîna van.Înşaallah perwerdeya me dê bi vî awayî bidomî.”

Rifat Bakirê(59) ku digel zarokê xwe dest bi standina dersa Qur’anê kiribû jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Min heta îro Qur’ana Kerîm nexwandibû.Çawa ku qursên Qur’anê dest pê kirin, ez û lawê xwe hatin mizgeftê. Xwendina Qur’anê min bextewar dike.Ez digel zarokan derbasî Qur’anê bûm.Ev hesteke pir xweş e.Temena hînbûna Qur’anê nîne, bes ku însan ezm bike wê demê tiştekî ku însan ji heqê derneyê nîne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir