• DOLAR 32.558
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2427.801
  • ...
Ji Erdogan û Putîn daxuyaniya hevpar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Putîn li St. Petersburgê piştî hevdîtina ku 1,5  saet ajot daxuyaniyekî hevpar dan.

Putîn di axavtina xwe de diyar kir ku ev hevdîtin ji bo her du dewletan jî pir girîng e. Dûvre Putîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêşika me ew e ku em têkiliyên xwe bînin asta beriya qeyranê. Ev hedefek pir girîng e.

Putîn ragihand ku di derbarê mijara Sûrî de di nabeyna her du dewletan de wek ramanî cudahî heye. Dûvre Putîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi beşdarbûna Wezîrtiyên Karûbarên Derve û yekîneyên îstîxbaratê di derbarê mijara çareserkirina qeyranê de em lihev hatin. Di derbarê qeyrana Sûrî de hedefên me yek in.”

Putîn wiha pê de çû: “Em hewl didin ku kêmkirina di derbarê şîrketên Tirk de ji holê rakin. Projeyên ticarî ên ji bo salên 1016-1019an pêk bînin. Ji bo vî yekê dê her du dewlet dê hevdîtin lidarbixin. Ez dixwazim bal bikêşim ser vî mijarê ku di hevkariya ticarî de xala herî girîng ew e ku projeyên enerjiyê were lidarxistin.”

Erdogan: Hevdîtina me ji bo aştiya herêm û dinyayî pirr girîng e

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyê de wiha destnîşan kir: “Wekê ku tê zanîn piştî hedîseya ku qewimîbû ev cara yekem e ku em rû bi rû bi hev re hevdîtin dikin. Her wiha min piştî teşebusa derbeyê ziyareta xwe ya herî ewil bi Ûris re kir.”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku ev hevdîtin ji bo her dû aliyan pir girîng e. Dûvre Erdogan wiha li axavtina zêde kir: “Ji ber vî yekê di encama hevdîtina ku îro pêk hat de di qadên siyasî, îqtîsadî, çandî û beşerî dê têkliyên Ûris û Tirkiyê were asta baş. Erdogan: Hevdîtina me ji bo aştiya herêm û dinyayî pirr girîng e.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir