• DOLAR 32.576
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2435.726
  • ...
"Divê demildest Încîrlîka ku navenda operasyonên hêzên Emperyalîstan e were girtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derheqê teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de peyamên girîng hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin pêwîst e Încîrlîka ku di bin navê NATOyê de bûye navenda DYE û hêzên emperyalîstên xerbî yên din were girtin.

Di daxuyaniya ku di derheqê teşebusa derbeya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin de wiha bal hat kişand: “Teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya şebekeya fesadê ya ku Fetullah Gulen serokatiya wê dikir bi lutf û kerema Xweda ser neket. Hemd ji Xweda re ku ev yek di qiriqa çeteya hevkariyê ya Emperyalîstan de ma.”

 “Divê ku Misliman, firseta wehdetê bi şiklekî baş binirxînin”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev tekoşîna komên Îslamî ji bo şebekeya fesad a ku hewl didan wan ji holê rakin şemaq û sîlekî pir bi tûnd bû. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Kîjan mezheb, meşrb, cenaet, partî an jî camie dibe bila bibe Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez ferq nake em kesên ku dijî teşebusa derbeyê tekoşîn kiriye û rê nedaye şerê koalîsyonê pîroz dikin. Tekoşîna hanê ya komên Îslamî ji bo şebekeya fesad a ku hewl didan wan ji holê rakin şemaq û sîlekî pir bi tûnd bû. Bi wesîla teşebusa derbeyê ya çeteya fesad Misliman hatine cemhev û anîne bibîranîn ku birayê hevdû ne. Divê ku Misliman, firseta wehdetê bi şiklekî baş binirxînin.”

 “Teşebûsa darbê xelqeya herî dawî ya pêvajoyekê ku  dihat xwestin bi bûyerên geziye û bi siyaseta çalan şereke navxweyî bê derxistin e”

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku divê ku Mislimanên dijî derbeyê tekoşîn kirine û kesên çep, sekuler, ilmanî yên ku vî tekoşînê tehqîr dikin di heman kefê de neyên nirxandin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Hêzên Emperyalîst ên ku welatên Mislimanan wek amûra kedxwarî û îşqalê dibînin wekê bikerek a xwedî îrade û viyan teşebusa raperînekî kiriye û vî teşebusa Teşebûsa darbê xelqeya herî dawî ya pêvajoyekê ku  dihat xwestin bi bûyerên geziye û bi siyaseta çalan şereke navxweyî bê derxistin pêk aniye. Eşkereye ku ev teşebusa derbeyê bi kî re û di çi astê de çawa piştgirî hatiye kirin. Di gel vî yekê divê ku Mislimanên dijî derbeyê tekoşîn kirine û kesên çep, sekuler, ilmanî yên ku vî tekoşînê tehqîr dikin di heman kefê de neyên nirxandin.”

 “Gel dê kesên ku vî tekoşîna destnî wek şano dinirxîne û kesên dijî derbeyê ye tehqîr dike jibîr neke”

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Divê destûr neyê dayîn ku nirxên tekoşîna miletên Misliman ji teref van kesan ve were qirêjkirin. Wekê nimûneya Misrê divê gel dijî kesên ku hewl didin ku şoreş Miletên Misliman bidizin hişyar bibe. Miletên Misliman dê DYE, YE û şebekeya şerê yên ku ku vî tekoşîna destnî wek şano dinirxîne û kesên dijî derbeyê ye tehqîr dike jibîr neke.”

 “Pêwîst e Încîrlîka ku di bin navê NATOyê de bûye navenda DYE û hêzên emperyalîstên xerbî yên din were girtin”

Di daxuyaniyê de wek hişyarî hat diyarkirin divê hikûmet baş bizanibe ku kî dost e û kî dijmin. Dûvre daxuyanî wiha hat belavkirin: “Tê fêmkirin ku hêj ev şebekeyên fesad ên hêzên Emperyalîstên Xerbî dev ji hesabên xwe yên li ser vî dewletê bernedane. Ji ber vî yekê divê ku mirov nekeve xefletê û misade neyê kirin ku şeytan tênekevin nabeyna Mislimanan û sef werin şidandin. Her wekê ku planên A, B, D heye û divê hikûmet baş bizanibe ku kî dost e û kî dijmin e. Pêwîst e Încîrlîka ku di bin navê NATOyê de bûye navenda DYE û hêzên emperyalîstên xerbî yên din were girtin.”

 “Pêwîst e ku dewlet û hikûmet hişmendiya layiqî û asîmîlasyonê ya pergalê ji holê were rakirin, makeqanûnek a nû ya ki gor nirx û baweriya gel e were sazkirin”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Ev teşebusa derbeyê ya ku ji nîşka ve wek felaket hat lidarxistin Xweda wek lutf û înayet def kir. Xweda bi wesîla evd û mêrxasên emel qenc ji nû ve ewlehî azadiyê bexşê me kiriye. Wekê hedîsa şerîf; ‘Nîmeta her şukrê, ji cinsê wî bixwe ye.’ Ev nîmetên umumî di serî de dewlet pêwîst e ku herkes vî şukrê eda bike. Nîmeta azadiyê, biratî; nîmeta ewlehiyê jî edalet e. Dewlet û hikûmet divê ku hişmendiya layiqî û asîmîlasyonê ya pergalê ji holê were rakirin, makeqanûnek a nû ya ki gor nirx û baweriya gel e were sazkirin.”

 “Dema ku pergal gor baweriya gel bibe tu kes nikare derbeyê xeyal jî bike”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin heta bi Îslama ku baweriya gel e re bihev neyê ketin dê di demên ji hev cûda de pirsgirêkên cûr bi cûr derkevin holê. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Heta ku pergal gor Îslamê neyê sazkirin ev bihevxistina Mislimanan a bi pergalê re û di şûna çareserkirina pirsgirêkan taloqavêtin û her wiha wekê şebekeya fesadê ya ku gel bi Xweda dixapîne dê bes ji derbeyan re zemîn were hazirkirin. Heke ev gelê ku digel vî pergalê ji bo hikûmeta ku pirsgirêka wî bi baweriya gel re tune ev gel xwe li ber tankan dirêj kirine. Dema ku pergal gor baweriya gel bibe tu kes nikare derbeyê xeyal jî bike. Pirsgirêka Kurd divê di çarçoveya şîarên Îslamî û di bingeha edalet û heqiyê de bê çareserkirin da ku êdî ev mesele ji PKKya ku ji bo Kurdan bûye felaketeke umûmî nebe amûra îstîsmarê. Divê ku pirsgirêkên kesên ku di nav şeran de mal, milk, û warên xwe ji dest dane neyê jibîrkirin.”

 “Divê ku mexdûriyetên hemwelatiyên ku di encama qumpas û îftîrayan de meqam, kar û îtîbara xwe ji dest daye demildest were çareserkirin”

Di daxuyaniyê de herî dawî hat ragihandin divê ev texrîbata ku wek ferdî, civakî û aborî ev ya ku ji teref şebekeya şerê ve hatiye kirin were çareşerkirin. Dûvre daxuyanî wiha hat destnîşankirin: “Di serî de Serokkomar pêwîste ku mexdûriyetên hemwelatiyên ku di encama qumpas û îftîrayan de meqam, kar û îtîbara xwe ji dest daye demildest were çareserkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir