• DOLAR 32.324
  • EURO 35.099
  • ALTIN 2300.718
  • ...
Tê texmînkirin  pêwendiyên Enqere û Moskovayê dê bihêz bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê di 9ê Tebaxê de li St. Petersburgê û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladamîr Putîn re hevdîtinê bike.Pêwendiyên ku piştî daxistina balafira Rûsyayê hatibûn xerabûbûn, beriya 15ê Tîrmehê cardin destpêkiribûn.Tê destnîşankirin di vê heyama nû de Erdogan û Putîn dê di warê hevkariya aboriyê û di warê dahatûya Sûriyê de neqşeyeke hevpar xez bikin.

Piştî teşebûsa darbê pêwendiyên di navbera Tirkiyê û DYE û YNya ku tê diyarkirin di pişta teşebûsa darbê de ew hene, hatin asta qutkirinê ku tê diyarkirin dê di vê heyamê de Tirkiye dê bi Rûsyayê re pêwendiyên xwe bihêztir bike.

Her weke ku tê zanîn di 24ê Mijadara 2015an de Tirkiye balafireke şer a Rûsyayê li sînora Sûriyê daxistibû û di navbera her du welatan de pêwendiyên aborî û dîplomatîk xelas bûbûn.Di vê heyama nû de çawa ku teşebûsa darbê li Tirkiyê pêk hat, Putîn hema piştî teşebûsê li Erdogan geriya û piştgiriyên xwe jê re eşkere kir ku digel vê yekê di warê pêwendiyan de deriyeke nû hat vekirin.

Erdogana ku helwesta DYEyê ya di warê îade kirina Gulen de , ji teref Almanyayê ve astengkirina axavtinê ya di mîtînga li dijî darbê de û helwesta dûrû ya endam û welatên YNyê bi zimaneke tund rexne dikir, tê diyarkirin ku ji bo çareseriyên li Rojhilata Navîn û ji bo şirîktiyeke nû ya di warê enerjiyê de  digel Putîn hevkariyan bike û dê zemîneke hevkar ji bo enerjiyê saz bike.

Her weke ku tê zanîn piştî qeyrana daxistina balafira şer, Rûsya ji têketina welêt a hemwelatiyên Tirkiyê re mecbûriyeta vîzeyê anîbû, îthalata malên Tirkiyê qedexe kiribû, sînor ji fealîyetên şîrketên Tirkiyê re anîbû, kirina tatîlê ya Rûsan a li Tirkiyê asteng kiribû ku ev hemû  tesîreke menfî li aboriya Tirkiyê û Rûsyayê kiribû.Ji ber bê yekê di hevdîtina Erdogan û  Putîn de di destpêkê de tê hedefkirin cardin vegerin li ser wan pêwendiyên tîcarî û aborî yên berî vê salekê.

Tê texmînkirin di navbera her du welatan de di warê pêwendiyên tîcarî û dîplomatîk de gavên beramber dê bên avêtin.Tirkiyê di serî de dê teleb bike şerta vîzeyê ya li ser hemwelatîyan bê rakirin.Lê wiha xwuya dike ku Kremlîn dê di wexteke kurt de ji vê xwestekê re bersiveke erênî  nedê. Lewra ji helwesta Rûsyayê tê fêmkirin ku Rûsya dê hinceta ewlehiyê bide pêş û ew ê şerta vîzeyê parîkeke din bide domandin.Ji rexê din vê nêzî 10 hezar karkerên Tirkiyeyî  yên ku li Rûsyayê dixebitin û hêvî dikin ku wextê wan a vîzeyê bê dirêjkirin, hene.

Di navbera Rûsya û Tirkiyê de xala herî girîng a ku li benda çareseriyê ye beşik hevkariya enerjiyê ye.Di warê enerjiyê de Rûsya ji bo Tirkiyeyê girîng e.Tirkiyê ji sedî 55ê gaza sirûştî, ji sedî 15ê petrolê û ji sedî 40ê komirê ji Rûsyayê temîn dike.

Di warê pêwendiyan de tê texmînkirin Santrala Enerjiya Nukleerê ya li Akkuya Mêrsînê û  projeya ‘Turk Akimi’ya ku dê digel vê projê gaza Rûsyayê ji ser Tirkiyê neqlî Ewrûpayê bê kirin, ji nû ve cardin dest pê bikin û berdewam bikin.

Digel ku madeya yekem a hevdîtina Erdogan û Putîn pêwendiyên ekonomîk bin jî tê zanîn ku meseleya Sûriyê jî dê bi şikleke hûrgilî bê axavtin.

Her weke ku tê zanîn di warê Sûriyê de di navbera Tirkiyê û DYEyê de pirsgirêk derketin, YE  teleba serbestiya vizeyê ya Tirkiyê pêk neanî, piştî 15ê Tîrmehê  paytextên Ewrûpayê bêdeng man ku  ev hemû bûn sedem ku pêwendiyên bi DYE, NATO û YEyê re xera bibin.

Di pêvajoyeke wisa de tê meraqkirin di navbera Enqere û Moskovayê de di warê dahatûya Sûriyê û Esed de neqşeyeke bi çi awayî bê xezkirin.Erdogan naxweze li ber sînora Tirkiyê rêxistineke sîyasî ya di bin kontrola PKK-PYDê de pêk bê û Putîn jî dixwaze ku bi birêveberê Esed re ji nû ve diyalog dest pê bikin.

Di vê pêvajoyê de tê meraqkirin pêwendiyên di navbera Tirkiye û Îranê de dê ji vê heyamê çawa tesîrdar bibin.Her weke ku tê zanîn di navbera her du welatan de ji ber meseleya Sûriyê mişkîle derketibûn ku tê meraqkirin di vê pêvajoyê de di navbera her du dewletan de gavên bi çi awayî wê bên avêtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir