• DOLAR 32.777
  • EURO 35.514
  • ALTIN 2506.885
  • ...
Gelê ku beşdarê mîtînga Yenîkapiyê bû îdam xwest
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hemwelatiyên ku beşdarê mîtînga dijî teşebusa derbeyê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin bû ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ew dixwazin ku ji nû ve îdam were.

Ji beşdarvanan Metîn Yucel destnîşan kir ku şeva teşebusa derbeyê şevek pir xedar bû û wî bal kişand ku tu dewlet nikare beriya vî gelê bigire.

 “Xeter xilas nebûye, divê ku gel di teqayûzê de bibe”

Metîn diyar kir dibe ku topa û çekê wan hebe. Ya me jî îmana me heye. Dûvre Metîn ragihand ji ber ku Serokkomar Erdogan banqewaziya gel kir da ku ew derkevin kolanan û gel jî bi vî yekê re derket qadan ev teşebûsa derbeyê pêk nehat. Lê xeter hêj jî xilas nebûye.

Têkçûyîna derbeyê alîkariya Xweda bû

Hadîse Metîn jî diyar kir ku ev têkçûyîna teşebusa derbeyê alîkariya Xweda bû. Her wiha Metînê destnîşan kir kesên ku davik vedanê davika wan hilweşiyaye li ser serê wan.

 “Înşaellah dê em îdamkirina FETO bidbînin”

Fatma Tîryakiya ku ji Qocaeliyê beşdarê mîtîngê bûbû ragihand ew ji bo ku bertek nîşan bide hatiye Qada Yenîkapiyê. Dûvre Tîryakî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înşaellah dê em îdamkirina FETO bidbînin. Miletê me canê xwe avêt nav xeterê. Ji vir pê ve înşaellah dê welatê me çêtir bibe. Xweda canê sax bide gelê me.”

 “Xweda derbekeran şaş û fehş kir”

Hasan Şen diyar kir ku Xweda derbekeran şaş û fehş kiriye. Dûvre Şen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Derbeker mecbûr man saetê dan pêş. Her wiha Serokkomar ji ber ku bangewazî kir da ku gel derkevin kolan û qadan ev derbe pêk nehat. Heta ku ev milet wiha bibe tu kesî nikare teşebusa destdirêjiya van axan bike.”

Ji ber hêz û quweta dînê Îslamê teşebusa derbeyê pêk nehat

Hanim Gulançê ku ragihand ew ji Balikesîrê beşdarê bernameyê bûye wiha axivî: “Xweda quwet û hêz bide vî milet û Mislimanan. Înşaellah Xweda dê vî yekê ji derbekeran re nehêle. Xweda carek din van rojan nede nîşanî me. Wekê ku Mehmet Akîf dibêje; ‘Xweda dûbare ji vî gelê re Merşa Îstîklalê nede nivîsandin. Xweda Ummetê biparêze.”

 “Vî karê FETO tenê bi serê xwe nikare pêk bîne”

Ji beşdarvanan Şahîn Karatepe belav kir ku ji Bûrsayê beşdarê bernamê bûye. Her wiha Karatepe ragihand ku eşqa welatê ya milet misade nekiriye ku ev derbe pêk were. Dûvre Karatepe wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vî karê FETO tenê bi serê xwe nikare pêk bîne. Ji xwe eşkereye ku ev derebe bi piştgiriya DYEyê pêk tê. Xweda alîkariya me bike.” (ÎLKHA)



 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir