Doxtorên ku jinên wan di sektora taybet de dixebitin dê nikaribin biçin cem jinên xwe
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag li Rihayê beşdarî beşdarî civînekê bû, Akdag di civînê de destnîşan kir doxtorên ku jinên wan di sektora taybet de dixebitin dê nikaribin biçin cem jinên xwe.
Civîna ku Wezîrê Tenduristiyê beşdarî bûbû li Navenda Perwerdeya Ziraetê ya Rihayê hat tertîpkirin.Akdag di civîna ku beşdarî bûbû de di derheqê mişkîleyên di warê tenduristiyê yên li Rihayê de daxuyaniyên girîng da.Akdag her wiha destnîşan kir ji bo pirsgirêkên li bajêr ji rastê bên rakirin ew û digel perşsonelên din xebat dane destpêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji bona ku pêşîya çûyîna karmendên tenduristiyê ya ji van bajêran bigirin dê rêkûpêkirinan bikin.Qerareke nû ya Lijneya Wezîran dê van rojan derbikeve.Îhtîmal e heftiya pêşîya me dê derkeve.Ew qerar ev e; berê doxtorekî ku jina wî di sektora taybet de dixebitî, dikaribû tayîna xwe li wî bajêrî bikira.Lê bi vê qerara ku dê derkeve em ê wî doxtrî neşînin ba jina wî.”(ÎLKHA)