• DOLAR 32.386
  • EURO 35.122
  • ALTIN 2326.454
  • ...
Serokwezîr Yildirim: Axên me dê îşxal bikirana
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim di mîtînga ku doh li Qada Yenîkapiya Stenbolê hat tertîpkirin de axivî.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir 15ê Tîrmehê  teşebûsa îşxalkirina welat bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ser me de balafir firiyan, tank  kolanan îşxal kirin û terorîstên ku cilên leşkeran li xwe kiribûn berik berdan xelkê. Serokomarê me bangî gel kir ku derkevin derva Dîsa sela û azan hatin xwendin.Vaye ev milet li Enqere, Îzmîr, Stenbolê bi gotineke din li 81 bajêran vî tiştî  gotin ‘Ji dêla ku em li ser rûyê axê bi şikleke bêşeref bijîn, em ê di bin axê de bi şeref razin, şehîd û gazî bibin.”

“Xwedê şeran werdigerînê xêrê”

 Ev xelkê ku li Çanaqaleyê û di Şerê Rizgariyê da destan nivîsand, bi heman awayî destana 15ê Tîrmehê jî nivîsand. 15ê Tîrmehê 2yemîn Şerê Rizgariyê ye. Hemd ji Xwedê re bi saxiya şehîdên me yên ku ketin erdê, îro em li ser vê axê  şeref, serxwebûn û biratiya xwe bi hev re dijîn. Xwedê şeran werdigerînê xêrê, darbeya ku me nekuje dê me bihêztir bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir