• DOLAR 32.573
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2425.742
  • ...
Li Êlihê bi hezaran kes di nobeta derbeyê de hatin cemhev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê nobeta teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin di roja 24 emîn de jî bi beşdarbûna bi hezar kesan bi şiklekî coş domî.

HUDA PAR û STKyên nêzî wê, AK Partî, Partiya Seadetê, Platforma Evîndarên Pêxemer, Waliyê bajêr, Tuxgeneral, Midûrê Ewlehiyê beşdarê bernamê nûn.

Di bernamê de Serokê bajêr ê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru bal kişand ser yekitî û biratiyê. Dûvre Dogru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev teşebusa ku li ser welatê me û ser Ummetê ji teref hêzên şerê ve hesab tên kirin e. Bi îzna xweda û teşebusa gelê me ya cengawerî re ev felaket hat sekinandin. Lê xilas nebû. Tekoşîna eslî nû dest pê kiriye.”

“Ev rawestandina serbilindî ji erdnîgara Îslam û hemî belengazên dinyayê re bû hêvî”

Dogru wiha pê de çû: “Di encama vî serbilindî û sipartina xwe ya li Xweda de Ebabîlan têka Ebreheyên hemwextî û nûjen birin. Ev dîmenên servilindî yên di van qadan de ji erdnîgara Îslam û hemî belengazên dinyayê re bû hêvî. Derket holê ku kî piştgiriya vî derbeyê dike. Wan ji mel’ûn Îsraîl, Ewrûpa û heta derên din piştgirî dan hêzên şerê. Her kes dît ku li ser Tirkiyeyê lîstikekî Emperyalîzman tê lîstin.”

“Mexdûrên ku ji teref xayînan ve hatine şerpezekirin bila ji nû ve werin darizandin”

Dogru bal kişand ku ev çeteya îxanetê çendîn sal e ku her cûr îşkence û zilmê li vî gelê dike. Dûvre Dogru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi hezaran kes ji teref van ve hatin mexdûrkirin. Em vî yekê ji îktîdarê re dibêjin; ‘Divê ku mexdûrên bi biryarên hakim û dozgerên van hatine mexdûrkirin were çareserkirin. Kî dibe bila bide divê ku îtîbara îadeya wan were dayîn. Bi heman şiklê divê ku kesên hêj di girtîgehê de ne ji nû ve werin darizandin.” (ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir