• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Dil dixwast ku serokê giştî yên li derveyê parlamentoyê jî li vir bana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê CHPê  Kemal Kiliçdaroglu  di mîtînga ku li Qada Yenîkapiyê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir de axavtinek kir.Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “15ê Tîrmehê ji bo me deriyeke lihevkirinê vekir.Di 15ê Tîrmehê de êdî Tirkiyeke nû heye.Ger ku em vê hêz û lihevkirinê karibin pêşdetir  de bibin, em ê digel hev Tirkiyeke xweşik ji zarokên xwe re bihêlin.”

“Rêxistina terorê ya FETOyê di nav artêşê de, di nav darazê da, di her asta dewletê da bi cî bû.”

Kiliçdaroglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev teşebûs, teşebûsa herî xwîn a dîroka komaraya me bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “240 şehîdê me heye.Me 240 şerê xwe sparte axê.Rêxistina terorê ya FETOyê di nav artêşê de, di nav darazê da, di her asta dewletê da bi cî bû. Me berê ji vê re digot 'rêxistinbûna bi tîpa Fyê'. Lê niha wek 'Rêxistina Terorê ya Fetullah Gulen' tê binavkirin û dozger jî îdianameya xwe wiha amade dike. Serxwebûna darazê çima girîng e? Em edaletê dixwazin. Em ê edalet li kê derê bidin tecelîkirin? Heke dadgerek ne li gor wîcdana xwe li gor talîmata Pensîlvanyayê qerarê bide ew ne dadger e û dadgeh jî ne dadgeh e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir