• DOLAR 32.333
  • EURO 35.167
  • ALTIN 2313.164
  • ...
SON DAKİKA
Li Diyarbekirê nobeta derbeyê didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwepêşandanên ku ji ber teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin bi beşdarbûna bi hezaran kesên Diyarbekiriyan didome.

Diyarbekirî bi xwepêşandanên ku li Parqa Ormanê tê lidarxistin pir eleqeder dibin. Zarok, ciwan, kal û pîr ên ku beşdarê xwepêşanên li navend bûbûn ji derbekeran re nifrîn kirin.

Wezîrê Xurek, Çandî û Heywandariyê yê Kevin Mehdî Eker, Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, alîkarên Serokê Bajarê Diyarbekirê, Parlementerên Diyarbekirê yên AK Partiyê, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê MHPê û STK beşdarê xwepêşanên ku li Parqa Ormanê hat lidarxistin bûn.

Wezîrê Xurek, Çandî û Heywandariyê yê Kevin Mehdî Eker di bernamê de wiha axivî: “Tirkiye, di şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de bû şahidê şevekî herî xwîndar û dijwar. Di vî teşebusa derbeyê de armanc bes ew nebû ku îktîdarê biguherînin. Ev xayîn û minafiq xwestin ku Tirkiyeyê xira bikin. Xwestin ku Tirkiyeyê bikin wekê Sûrî, Iraq û Lîbyayê.”

Dûvre Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy axavtin kir. Aksoy destnîşan kir dema ku teşebusa derbeyê çêbû Serokkomar û Serokwezîr bang li gel kirin ku derkevin qad û kolanan. Wek her derê li Diyarbekirê jî gel derket koplanan û xwepêşan lidarxist.

Herî dawî Serokê Navçeya Sûrê yê HUDA PARê Mahmut Akgonul wiha axivî: “Dîrok vî yekê da nîşanê me ku gel armancên Emperyalîsyên Xerbî dan sekinandin û bi îzn û rizayê Xweda dê ji vir pê ve armanca wan têkeve nav avê. Li her welatên Îslamê ev lîstik bi destên minafiqan tê kirin.” (ÎLKHA)



 































Bu haberler de ilginizi çekebilir