Bahçelî: Em rûpeleke nû vebikin
Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî di 'Mîtînga Şehîdan û Demokrasiyê' de destnîşan kir 'Em rûpeleke nû vebikin.'
Bahçelî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir 15ê Tîrmehê mîladek e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro Tirkiyê bi vê mîtîngê nîşan da ku yek dil e.Cudahiyên me nînin.Divê em yekîtiya xwe digel hev biparêzin.We hewesa wan kesên ku teşebûsî darbê kirin di qirika wan de hişt.We bi destê xwe wan riziyên ku ji dewlet û milletê re meydan dixwand da alîyekê.Ji ber vê yekê 15ê Tîrmehê xala werçerxê ye.Hûn ji kû derê welat bin û ji kîjan qewmî bin ferq nake, hûn ji bo ku bibêjin wetan, al, millet, demokrasî, şehîd, muqadesat û birayê min qadê dagirt.”
“Ez bextewar, lewra îro ez li vê derê rabûna Tirkiyê bi şanazî temaşa dikim”
Bahçelî di berdewama axavtina xwe de diyar kir 15 Tîrmehê hewla ji nû ve dagirkirin, xerakirin û qirkirinê bû û wiha pê de çû: “ Xayîn û kesên emperyalîst vê carê jî bi cil û bergên eskerên Tirk da xwe nîşan dan û berê çekan dan milletê, derfetên milletê bikaranîn û xwestin darbeya kuştinê deynin li ser milet. Ew FETOyê ku navbeynkariya xaçparêzan nîşan girt nav dilê Tirkiyeyê. Ew terorîstê ku wek alim û xoce xwe nîşan dide ji Pensîlvanyaya xwe spartiyê bi seansên diayan, gotinên nifirî, nobetên hêrsê ve ji rêxistina xwe ya cinayetê re emr kir da ku li Tirkiyeyê xin."(ÎLKHA)