• DOLAR 32.381
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2326.06
  • ...
 "Bila xebatên tespîta xisarê yên li Sûrê bên lêkolînkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî pevçûnên ku li Sûrê qewimîn re li navçê xebatên tespîta xisarê dest pê kirin.Tê ragihandin kesên ku mal û eşyayên wan di pevçûnan de zirar dîtine, ji teref kesên ku di komisyonê de ne ve di bin nirxên wan de ji wan re meblax tên derxistin.Serokê Navçeya Sûrê yê HUDA PARê Mahmut Akgul, ji vê rewşê re bertek nîşan da û destnîşan kir bila xebatên tespîta xisarê yên li Sûrê bên lêkolînkirin.

Akgul di derbarê mijarê de destnîşan kir ji teref kesên ku di Sûrê de mexdûr bûne ve ji wan re gazin û lomeyên gelekî cîdî tên gotin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku xelk zêdetir neyê mexdûrkirin, pêwîst e demildest ev mexdûriyet ji rastê bên rakirin.Însanên ku mexdûr bûne di derbarê mijarê de wiha dibêjin ‘Gelo hinek kes bizanebûn berê me didin hembêza PKKê, gelo lîstikeke rêxistina paralel heye?’Kesên rayedar divê li ser vê mijarê de birawestin û lê bikolin.Ew kesên ku di komîsyonê de ne û reqemên pêkenok didin kî bin, divê bên tespîtkirin û li ser wan bê sekinîn.”

Akgul di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Însan ji me re dibêjin ku ew kesên ku di komisyonê de ne eşyayên me wek eşyayên kevin dihesibînin  û reqemên pêkenok ji bo eşyayên me ji me re dibêjin.Bi vî awayî giliyên gelekî cidî hene.Em ê li ser van bisekinin.Ji bo ku mexdûriyetê xelkê ji rastê bê rakirin em alîkariya xelkê bikin da ku ew dengên xwe bigihijînin kesên rayedar.”

“Sozên ku Serokomar û Serokwezîr dane, hene”

Akgul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir sozên Serokomar û Serokwezîr di warê mexdûrnekirina xelkê de hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila xelk ji teref komîsyonê ve cardin neyê mexdûrkirin.Ji van însanan hinek bi mehan li otelan man û hinek jî li ba naskirîyên xwe man.Em qala însanên ku dikanên wan hatine girtin û malên wan hatine xerakirin, dikin.Ez bang li kesên rayedar dikim.Bila ew xebatên tespîtkirina xisarê bên lêkolînkirin û ew îddîayên ku tên gotin bên vekolan.Divê mexdûrîyeta xelkê ji rastê bê rakirin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir