• DOLAR 32.333
  • EURO 35.167
  • ALTIN 2313.164
  • ...
SON DAKİKA
"Li dijî kufrê divê em cudahiyên xwe yên mezhebî deynin rexekî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

.Di derbarê mijarê de kesê bi navê Mehmet Eroglu destnîşan kir Misliman di qerna dawî de ketine bin esareta xerbê  û winda kirine.Eroglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ka li Çeçenîstan, Misr û Cezayîrê binêrin.Li wan deran dema ku xwestin înqilaba Îslamê bikin, xerb mudaxeleyî wan kir û darbe hatin kirin.Bi heman awayî îro jî hewil  dan da ku serokê ku li nirxên xelkê re bi rûmet e bidin erdê.Lewra ev rewş wanan bifikar dike.Ew kesên ku mudaxeleyî Helebê dikin jî yek ji yê din ne çêtir e.Kufur milletek e.Îro Heleb tê wêrankirin û dengê teqîna bombeyan ji vir tên bihîstin.Mixabin Misliman îro di xewde ne .Misliman ummetê li benda hişyarbûn û vejîna ummetê ne.”

 “Pêwîst e em bi têgihiştina ‘Me we kir ummetek’ tevbigerin”

Basrî Şekerê ku diyar kir divê Misliman bibin yek û cudahiyên xwe yên mezhebî û cemaetî deynin rexekî.Şeker dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Dibêjin tu terefdarê Emrîka û tu jî yê Rûsyayê yî, bi vî awayî cudahiyê dikin.Di netîcê de her du jî wek hev in.Başe, divê em di vî warî de çi bikin? Em ê li ba Mislimanan cî bigirin.Divê em li ser navê yekîtiya Mislimanan  li Helebê xwedî derkevin.”

Hemwelatîyê bi navê Remezan Tunel jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew qetlîamên ku li Helebê pêk tên wanan pir xemgîn dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir : “Em wek Mislimanan nikarin destê xwe dirêjî wan bikin û ji wan re bibin alîkarî.Ji bo vê divê em çi bikin? Ger ku em weke ku Xweda emir kiriye ‘Me we kir ummetek’ tevbigerin û cudahiyên xwe yên mezhebî û qewmî deynin rexekî, wê demê em dikarin li dijî Ewrûpa, Rûsya û Emrîkayê zîç bisekinin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir