• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
Naskirîyên Obama jî di mektebên FETO de dixwînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tê ragihandin FETO/PYD di berîya hilbijartina li Emrîkayê naskirîyên Obama yên li Kenyayê di mektebên xwe de daye xwendin û bi vê rêyê pêwendiyên xwe û yên di navbera Obama de bihêztir kiriye.

Rêxistîbûna Fethulah Gulenê ku piştî teşebûsa darbê fealîyetên wî yên navneteweyî tên lêkolînkirin, derket holê ku ew di serî de DYE û her wiha bi gelek welatên xerbî re têketiye têkiliyê.

FETO/PYDyê ku ji bo pêwendiyên xwe bi dewletên xerbî re bihêztir bike alema Îslamê daye ber çavên xwe, bi wesîleya xebatên lobî û bi yên mektebê re bi kesên girîng re têkilîyên xwe bi hêz kiriye.

Tê ragihandin FETO/PYD ji bo bala Obama bikşîne di berîya hilbijartinên  li Emrîkayê naskirîyên Obama yên li Kenyayê di mektebên xwe de daye xwendin û bi vê rêyê pêwendiyên xwe û yên di navbera Obama de bihêztir kiriye.Li gor agahiyên ku edîtorên ÎLKHAyê wergirtine Ahmet Karayê ku tê diyarkirin melayê Kenyayê yê FETO/PYDyê ye vexwandin merasîma sondê yê Obamayê ku hilbijartina qezenc kiriye û bi vî awayî wan bi xelat kirine.

Fethulah Gulen ji rexekî ve destekeke mezin û bexşên mezin di hilbijartinan de daye kesên demokrat û ji rexê din vê jî talimat daye Ahmet Karayê ku melayê Kenyayê ye da ku bi naskirîyên Obama yên li Kenyayê eleqedar bibin û wan di mektebên xwe  de  bêheq bidin xwendin.Bi van eleqe û têkilîyên ku hatine damizrandin,  piştî çend salan FETO/PYD desteka Obama da pişta xwe.

Dewleta Tirkiyê piştî teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê ji bo îadeya Fethulah Gulen gelekî zêde hewil dide, lê Obama di warê îadeya Gulenî de wiha got ‘ Pêvajoya di warê îadeya Gulenî de dê li gor hiqûqê bimeşe, merciyê qerarê ne ez im.’ Ev gotina Obama balan kişandibû li ser xwe û di raya giştî de bûbû sedema bertekan.

Nexasim li wan welatên ku di bin hegomonyaya DYEyê de ne û bargahên NATOyê lê hatine damizrandin, FETO/PYDyê ku fealîyetên ‘perwerdê’ dike beşik di serî de zarokên serokê van dewletan û zarokên lîderên sîyasî û îqtîsadî di mektebên xwe de dide xwendin û bi vî awayî li wan dewletan dikarin li ser piyan bimînin.

FETO/PYD ji seyahata 289 endamên Kongreya DYEyê re bûye sponsor.

Her wiha derket holê ku di van hilbijatinên ku dê li Emrîka bên kirin de FETO/PYD destekê dide her du terefên di hilbijartinan de û bi meblexên mezin bexşan ji wan kiriye.Bi vî awayî FETO/PYD lîstikeke dileyze da ku di encama hilbijatinan de ji hêla her du rexan de jî bikeve karê.FETO/PYD heman lîstikên di hilbijartinên senatoran de jî dileyze.Ji bilî van derket holê ku FETO/PYD ji seyahata 289 endamên Kongreya DYEyê re bûye sponsor.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir