• DOLAR 32.342
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2311.305
  • ...
SON DAKİKA
Pêwîst e fîrmayên otobûsan rîayetî wextên nimêjê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alkan di derberê mijarê de destnîşan kir dema ku bû wextê nimêja sibê ew çendîn carî muavîn û şoferê otobûsê di warê nimêjê de hişyar kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her duyan jî ji me re gotin temam em ê bisekinin.Min dît ku niyeta wan ji bo sekninînê nîne, ez dîsa çûm ba wan û min wan hişyar kir.Dîsa ji min re gotin ‘temam em ê li cihekî musaîd dê bisekinin.Lê nesekinîn.”

Alkan di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Piştî ku wextê nimêjê derket re min ji muavîn pirs kir ka hûn çima nesekinîn?Muavîn weke ku tinazê xwe bi min bike got ‘ me di seat 02.40an de mola da û me nimêja xwe hingî kir,we jî hingî nimêja xwe kiribana.’ Min jî jê re git ku ma di seat 02.40an de nimêj dibe?Azana sibê di seat 04.20an de dixwîne.Çawa min vê yekê anî ziman, muavîn fêm kir ku derewa wî derket holê.Ji ber vê yekê nizanîbû çi bibêje, şaş ma.”

Alkan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir wî rayedarên fîrmayê geriyaye û kesên rayedar jê re gotine ew ê di derheqê muavîn û şofêr de tiştê pêwîst bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em di welatekî ku nifûsa wê ji sedî 99 Misliman e dijîn.Em welatekî bi vî awayî hêj rasta tiştên bi vî awayî tên.Ev civat Misliman e.Bila bi bawerî û dînê însanan nelîzin.Dibe ku hûn nimêj nekin, lê ji kesên ku nakin re jî nebin asteng.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir