• DOLAR 32.587
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2508.534
  • ...
Dayîkeka ku lawê wî mexdûrê saziya paralel e wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saaset Çetînera 77 salî ya dayîka Bîlal Çetînerê ku ji teref polêsan ve jê re qumpas hat sazkirin û dûvre wî mehkûmê cezaya sermedî kirin jiyana xwe ji dest da.

Cinazeya Saadet Çetînerê ku ji ber nexweşiya xwe ev demekî dirêj bû li nexweşxanê tedawî didît li ser wesiyeta wê li Gundê Kanîrevaya girêdayê navçeya Bişêriya Êlihê hat definkirin. Lawê Saadet Çetînerî Bilal Çetîner ê ku li Diyarbekirê di girtîgehê de bû nekarî beşdarê dayîka xwe bibe.

Malbata Çetînerî dê taziyê li Gundê Girbêreşka girêdayê Êlihê ye qebûl bike. Îlham Çetînerê kekê Bîlalî diyar kir ku kekê wî ne beşdarê taziyeya bavê xwe bûye û ne ya dayîka xwe. Ji ber vî yekê wî ji saziya paralel a ku vî yekê re kiriye re lanet xwest.

Çetîner ji rêvebiran daxwaz kir ku bila birayê wî beşdarê taziyeya dayîka xwe bibe. Dûvre Çetîner wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku birayê min were gora dayîka min ziyaret bike. Dayîka min 20 rojan ma di beşa müşahedeye de. Em çiqas diçûn cem wî, wî qala Bîlalê dikir. Kovandariya dayîka min bes Bîlal bû.Tişta ku saziya paralel anî serê me tu kesî vî yekê neanî serê me.Birayê min ne wefata bavê min ne jî ya dayîka min nedît.”

Çetîner wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj birayê min biçûk bû ji teref saziya paralel ve hat girtin. Ev nêzî 16 sal e ku birayê min di girtîgehê de ye. 9 sal berî bavê min ji ber hesreta birayê min wefat kir.” (ÎLKHA)



 





Bu haberler de ilginizi çekebilir