• DOLAR 32.51
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2485.618
  • ...
Elîbuyuk: Ev derbe operasyona Xaçperestan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk li Qada Dortyola Esenlerê ya ku şeva derbeyê 10 kes hatin qetilkirin xîtabê gel kir. Di gel çendîn rojên ku ji ser derbeyê de derbes bûye qad pir qelebalix bû. Di qadê de şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ji teref cûntakeran ve 10 kes hatibûn qetilkirin û 33 kes jî birîndar bûbûn.

 “Ev derbe operasyona Xaçperestan e”

Elîbuyuk diyar kir ku ev derbe operasyona Xaçperestan e. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Li ser welatê me hinek hesabên hêzan ên wek hevkar bi hev re hereket dikin û têkiliyên wan bi teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê re hene hewl didin ku van deran bikin wekê Iraq û Sûrî. Êdî tu guman tune ku ev teşebusa derbeyê bi piştgiriya DYE û Rojavayê hatiye lidarxistin. Ev teşebusa derbeyê operasyona Xaçperestên ku hewl didin erdnîgara Îslamê tevlêhev bikin e.”

 “Hemî derbe ji emperyalîstan re xizmet dikin”

Elîbuyuk belav kir ku Rojavaya emperyalîst her 10 sal carek hewl dide ku eyar bide vî welatê. Dûvre Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayên min divê ku hûn vî yekê baş bizanibin ku heke reng û navên derbeyan biguhere jî ew ji emperyalîstan re xizmet dikin. Lê vî carê hesaba wan negirt. Hesaba wan a çewt ji Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Îzmîr û Wanê vegera. Ew gelê ku wan digotin tiştek nizane bersivek wisa da wan ku da nîşanê wan bi kevir, çov, xwîn, tank û balafiran çawa dide sekinandin.”

 “Dê biçûbana gorên Fatîh û Eyup Sûltanî bidabana ber pehînan”

Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku Xaçperestan Qudsê îşqal kirin General Allenby diçe ser gora Selaheddînê Eyyûbî yê fatîhê Qudsê ye û gorê dide ber pehînan. Dûvre wiha dibêje; ‘Rabe Selaheddîn em dîsa hatin.’ Dê wek vî yekê biçûbana gorên Fatîh û Eyup Sûltanî bidabana ber pehînan.”

 “Wî şevê me ji zarokên xwe helalî xwest û derketin qadan”

Elîbuyuk bal kişand ku şeva teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê Serokê wan ê Giştî piştî ku bangewazî kiriye ew derketine kolanan. Dûvre Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em jî bi telîmata serokê xwe yê giştî ya wek; ‘desmêjên xwe bigirin û însan diçin ku hûn jî herin wir. Derkevin qadan. Heta ku hûn dijminanan bixin der û venegerin malên xwe.’ Wî şevê me ji zarokên xwe helalî xwest û derketin qadan. Lewra me vî yekê baş dizaniya. Heke welatê me bihatiba îşqalkirin dê ne namus û ne jî ar bimaniya. Di şûna esarete de pêwîst bû ku bi îzzet micadele bihatiba kirin. Me jî wekê her kesî vî yekê kir.” (ÎLKHA)



 

Bu haberler de ilginizi çekebilir